|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Feremez Xerîbo
Kolîça Serê Salê

                        

 

Ev heyr li cem êzidiyên ermênya ü corciya  ü rusya  (sovyete berê) bi  shêweki ber fereh tê piroz kirin .

 

Gelo chilo ü chima  ev heyr tê piroz kirin ,yani wate ü felsefa wê .

 

Wextê min rê ü rismê vê heyrê ditin ,xewra ü xewlêr hatin  bira min, xewra li cem êzidiyên êla chêlka di batizmiyê de tê chêkirin ü xewlêr li cem êzidiyên araqê tê chêkirin , hersê di rengê rojê de kurover tên chêkirin ,ji ber wilo ew sembola rojêne , ü girêdane êzidiyan bi rojê ve di dê xweyakirin , lê wextê chêkirina xwere ü xewlêr di yek wexti dene  ü dikevin sersala rojhilati , ya dikevê pishti sersala rojavayi bi 13 rojan kanun 2,lê wextê kolicha serê salê di kevê miha adarê .

Di xwelêr de mewijkê dikin nava wi ,di kolichê de morikek shin di kin nava wi ,xewlêr li ser pishta zarokekik malê di kin qet (kerr) ,kolicha di sênikekê de di kin qet , di xewlêr de li gor nefsên malê tê qetkirin ,li kolichê de li gor nefsê malê ü hin kesên piroz tê qet kirin ,lê xewra li cem êla chêlka nayê qet kirin wilo lê tê qet kirin ta li kesên li wir hazir bê behir kirin ü bê hilandin di nav tishtên piroz de ü nayê xwarin wek kolicha serê salê ya tê xwarin ji aliyê kesê li wir hazir ü tishtki nakin nav xewra  wek kolicha ü xewlêr .

 

1-   kengi kolicha serê salê tê chêkirin ?

  li gor min dit ,kolicha serê sala beri newrozê bi heftikê tê chêkirin lê divê di roja charshembê debê ,roja charshembê tê birashtin ü di roja pênchshembê de tê birin (qutkirin) ,lê wextê em li ser vê yekê bi sekinin ,emê bibinin ku divê di charshemba pêshi ji miha adarê de bê bi teqwima êzidiyan ya go pishti 13 rojan pishti ya rojava tê  yani 1 êzidi dikevê 14 rojhilati .ü wek me dit isal roja kolicha ket 15 ü 16 miha adarê yani 2 ü 3 êzidi yani charshemb 15 bu ü pênch shemb 16 bu lê belki êzidiyên me hey ji vê yekê nina ,ew di bêjin charshemba 3 ji miha adarê ,ü wek em di binin ew  heftikê beri heyra newrozê tê chêkirin ,ü wek dirok di bêjê 21 adarê sersala miletên ariya  lê wek ez dibinim  ew heyrik oliya ji heyrê êzidiya ye ji ber ew bê agir nayê piroz kirin  ,ü ew serê saliye,lê li vir pirsik tê kirin : chima êzidi vê kolichê di 21 adarê de chênakin ? ji ber go charshemb nakevê 21 adarê yanji ew na xwazin serê salê bi kesên dinre piroz bikin ü divin wek êzidi bi tenê piroz bikin ,ji ber ji 1 adarê ü pêda bi teqwima êzdiyan bihar dest pê dikê lê êzidi vê heyrê dikin roja charshembê ji ber piroziya vê rojê wek charshemba nisanê sersala êzidiya  heyra tawissi melek .

 

2-rê ü rismê vê heyrê:

Ev kolicha ji chi tê chêkirin ?

Wek min dit ew ji 1-av2-xwê3-ard4-mast5-run6-hêk7-shekir  yani ji 7 tishtan tê chêkirin evji didê xweyakirin go hijmara 7 li cem êzidiyan piroza.

Hevirê kolichê bi destê malxuya malê (kebaniya malê) tê stirihandin, di roja charshembê de  ü tê birashtin ü morikika shin yanji xadimkê di kin nav kolichê ,ü di roja pênchshembê de tê birin ü qutkirin .

 

Li gor min dit  ,ew kolicha 2 beshin

 1-ji bona kesên piroz

 2-ji bona nefsên malê

1-kesên piroz  7 navên piroz  tê gotin li gor hijmare milyaketan wek

1-êzid 2-tawissi melek 3-shêshims 4-xatuna fexra 5-xeta cot6-memê shivan 7-gavanê zerza .

Wek em dibinin li vir cawa qedir didin tishtên bi sirushtê  ve girêdayi wek xeta cot ü gavanê zerza ü memê shivan.

 

2-nefsên malê :ji bona herkesi percek  tê jêkirin

 

Wextê kolicha tê gotkirin ji aliyê malxuyê  malê ve yani dinavki wek shêx yan pir ,navê wan kesên piroz tê gotin .

 

Wextê kolicha tê qut kirin ,wê bibinin  ka morik wê di behra kê debê ,wextê di behra kesên piroz debê  ,tê wê watê go ew wê di bin rehma wi kesi debê ü heka di behra keski ji nefsê malê bê tê wê watê go sihud ü shensê malê wê li cem wi kesi bê .

Di dawi de wek tê gotin ,divê kolicha  goroverbê wek rojê  ü chê nabê ew 4 anishik bê wek hin chê dikin ü dibêjin dinya 4 anishka ,ji ber ev kolicha  bi rojê ve ü wextê salê ve bihar go ew bi xwe bi rojê ve girêdayi ya .        

 

Feremez Xerîbo 

18-3-2017z

 

 


   

 

 

Feremez Xerîbo3737

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com