|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Beyar Robarî
Doza kurdî û maseya bazara navnetewî

 

 

Beyar Robarî

 

 

Hin hene dibêjin dîrok xwe dubare nake, lê ez dibêjim ev gotina ne temam dirust e.

Çima? jiber kû carek dine doza kurdî tê bazarkirin bêyî beşdarbûna wan, li ser maseyê goftûgoyê li Siwîsera. Em dibînin hêzên herêmî tev hêzên navnetewî, bazarê li ser doz û çarenûsa Kurdan dikin, û hewildidin mafê wî ji nûve binpêbikin.

 

Heger mirov dîroka kurdî, bes di sedsala bîstan de, di berçavan re derbas bike, wê baş bibîne kû berî niha, çend û çend cara, bazara siyasî li ser çarenûs û pêşeroja wî hatîkirin.

 

Pirsa mezin: Gelo çima Kurd, di şer de, biserdikevin û di siyastê  de derdidin, gor doza wan dozek dadwer e?

 

Bersî vê pirsê ji du beşan pêktê:

 

Beşa yekemîn:

Bêgûman doza kurdî, hertim bûye qurbaniya berjewendiyên hêzên herêmî û bitaybetî Tirkiyê, Îran, Êraq û Sûriyê, û hêzên navenetewî

Amrîka, Birêtaniya, Fransa û Rûsiya ve.

 

Em zanin hemû hêzên bişêwakî ji şêwan beşdarî alozî û şerê li Sûriyê bûnî, hewildidin berjewendiyên xweyên siyasî, li ser hesabê kurdan pêkbînin. Û me bi çavên xwe dît, çawa Amrîka dewleta  Tirkiyê ji berîka kurda razîkirda, û rê da wê di bajarokê Cerablosê keve û axa Sûriyê dagir bike. Nebes tenê ew, belam Amrîka destûr da Tirkiyê, dagirkeriya xwe berdewam bike, û bajarokê Babê jî têxe bin destên xweyên qerêj. Û hîn Tirkiyê dil heye, berê xwe bidin Minbêcê û Reqê, da kurdan bixenqîne.  

 

Wek hûn hemî zanin, Amrîka soz dabû kurdan, ku piştî rizgarkirina Minbicê, wê berê xwe bidin bajarokê Babê. Û şervanên Kurd li gor wê pilanê, xwe amedekirin û li bendêbûn herin bajarê Babê ji destên tundrewên Dahîş rizgarbikin.

 

Lê ji nişkave Amrîka pilana xwe guharî, û rê neda kurdan herin Babê, û ji wan xwast berê xwe bidin bajarê Reqê!! Û ji kurdan re got: “Em naxwazin herin Babê, û ji we dixwazin hûn teve me herin Reqê”. Kurdan got wan: “ Jibo me Bab û Ezazê ve girîngtirin, û divê em berê wan rizgarbikin û axa Herêma Rojavayî Kurdistanê biheve girêdin”.

 

Lê Amrîkî ji wan re got NA. Jiber we têkeliya navbera herdû layan, xerabû û me dît Tirkiyê ji nişkave sengerên şêrvanên QSD`ê bi balefrên leşkerî û topavêjin giran bombe barankirin, û deng ji Amrîkiya nehat!!

Û di pê wê re, bi demek kurt, Tirkiyê birazemendiya Amrîkiya û Rûsan ve, bajarokê Cerablos û gundewarê wê dagirkir. Û hîro jî bajarokê Babê dagirkir, piştî tundrewên Dahîş bixwe jê kişîn.

 

Ticaran Amrîka hewilneda, şandek kurdî bi şêwak fermî, beşdarî civîn û goftûgoyên navbera opozisyona Sûrî û rêjîmê ve li Siwîsera pêktênî bibin. Û Amrîka ticara bişêwak siyasî bi rêveberiya Rojava re nedaûnestand. Gelek soz dan kurdan, lê her gav wan û Rûsan ve, sozên xwe alistin û Kurd erzan firotin dijminên wan.

Ger Amrîkiya û Rûsan ve birastî bixwastana Kurd beşdarî civînên Cinêfê bibin, kesekî nikanî devê xwe vekira, û meyê hîro Kurd lis er masê bidîtina.

Lê em hemî dizanin, armanca van dewletan, nebicî anîna mafê gelê kurd e, belam armanca wan tenê berjewendiyên wanî aborî û siyasîne ne zêde.

 

Beşa duyemîn:

Gor rewşa gelê Kurd, hîro newek berî sedsalî ye, û ew xwedî hêzek leşkerîne, çi li Başûr û Rojava û doza kurdî hatî naskirin ji hêla civaka navnetewî ve, tev wê tevgera kurdî ta niha ji nexweşiyên xweyên kesîtî, malbetî û partîtî xelasnebûyî. Jiber wê partiyên siyasî nikanin biyekbin û lihevwerin. Û ew bi destên xwe, doza gelê Kurd dikin qurbana berjewendiyên xweyên taybetî. Jiber tu nikanî bêjî, hêzên herêmî û navnetewî, bitena xwe berpirsyariya rewşa kurdan radikin.  

Em bi çavên xwe dibînin, çawa hin hêzin kurdî, bi dijminên xwe re kardikin û li dijî beşek ji gelê xwe radiwestin û dijminatiyê dikin. Mixabin rewş û rastiya me kurdan ev e. Divê Kurd berê berî hemî tiştî xwe rexnekin, û paşê ew kanin hêzin navdewletî rexne bikin.

 

Ez va gotinê dikim, daku sibede Kurd dîsan nebêjin çima em bûn qurbaniya berjewendiyên navnetewî, wek berî sedsalî. Ma gelo, ne şerme hîro pêşeroja Sûriyê li Siwîsera tê guftûgokirin, bêyî kurdan

û gor Kurd hêza duyemînin li ser erdê??

 

23 - 02 - 2017

 

 


   

 

 

Beyar Robarî3738

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com