|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Nedim Erkis
ÇİNAREK OLÎ ÎLİMDAR FEQÎR ELÎ KOÇA DAWÎ KİR

Feqîr Elî,ji bakurê kurdîstanê girdayî Êlihê gundê Hemduna sala 1935 a,hatiye dinê,

Feqîr Elî ji malbatek navdarê îlmdarê êzdîxanê bû,bavê wî Feqîr Piçî û birê wî Feqîr Heso heta dawiya emrê xwe dinav hemû şart û mercên zorde rêberiya ola xwe û civaka xwe kirin.

Feqîr Elî,weke hemû êzdiyan û civaka xwe,jiber jiyana zor,zahmetî,ewlekariya azadiya ola xwe sala 1986 a,derbasî Almanya bajarê Celle bû,

Feqîr Elî,li diyaspora jî weke îlmdarekî 
navdar rêberiya ol,civak û êzdîxana xwe kir.Jibo mafê ola xwe û civaka xwe bi hemû hewldan,tevgêr,peşketin.Merc îmkanê qanûnî xizmeta civaka xwe pêk anî.

Feqir Elî,Jibo yekîtî,tifak,rêxistin. Dengê êzdîxanê di 93 de bi avakira Yekîtiya Êzdiyan,1995 bi vekirina MED tv,bi çapikirina pirtûka qewla ÊZDANAME bi çûna heyeta nava êzdiyan,bû dengê ola êzdîxan.Cesaretê pêşketina rêxistinî,bû moralê tifak û xweyî derketina êzdiyê diyaspora!

Feqîr Elî,ev demek dirêje,jiber tendûristiya xwe,nikarbû xizmeta xwe berdawam bike,mejî wek êzdî,civak,netev me çinara xwe jibîrkirbû?!. Sozekî bav û kala heye,dibêjin kesê bikeve,civaka wî/wê jibîrdike?!.

Roja 25.03.2017 a,bi xemgîniyek mezin.Me koça dawî ya çinarek êzdiyê bakurê kurdîstanê Feqîr Elî bihîst.

Li ser daxwaziya Feqir Elî,roja 28.03.2017 a, li goristana Gundê Hemduna li kêleka Bavê wî û Birê wî hate veşartin.

Feqir Elî jî,wek gelek çinar,navdar,civaknas û rêberê me hatbû ji bîrkîrin?!. Hêvîdarim hemû kesê berpirsiyar baş bi fikirin!.

Rahma xwedê li Feqir Elî be,ciyê wî cinet be,serê malbat,dost,gel û êzdîxanê saxbe!

Bibûhire Feqîr Elî,min jiber tendûrîstiya xwe nikaribû di merasima tede cihiyê xwe bigirim.

Oxirbe,çinara êzdîxana bakurê K.
Oxirbe,Feqirê min.
Oxirbe,dengê êzdîxanê MED tv.
Oxirbe,cesaretê EZDANAMÊ.

Ez bi tere gelek kêfxweşbûm,me di MED tv de,dengê êzdîxanê cara yekem belakir.

Nedim Erkis
28.03.2017

 

Video: 1. https://www.facebook.com/100007214681569/videos/pcb.1838579266392545/1838575059726299/?type=3&theater

           


   

 

 

Nedim Erkis3747

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com