|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Nedim Erkis
TIFAQA RÊXISTINÊ ÊZDIYAN Û PÊŞEROJA WAN Bİ KÛRVE DİÇE!!!



Êzdî ev dora 50 saliye hatine diyaspora bi taybet piraniya wan li Almanya jiyana xwe berdewam dikin. 

Êzdî jî jibo ji îmakanê welatê lê sûd wergirin.Di sala 1982 û wûrde li bajarê Hannover,Leer,Bonn hewldanê jibo xwe rêxistinê û tifakê bi pêşxistin.

Di sala 1993 de,li bajarê kû piranî êzdiyan jiyandikirin.Wek Emmerich,Bremen,Celle,Bilefeld,Oldenburg,Berlin bi rêk û pêk xwe bi rêxistinikirin.Xwastin.Tifaka xwe çêkin!

Hewldanê tifaka yek emîn,di sala 1994 de,li Bajarê Emmerich di nava rêxistina Bonn û Emmerich de hewldan çêbûn, mixabin.Tevî erkirina henek pirtokola jî tifak pêk nehat!

Di heman salêde rêxistini.Hatibûn avakiride çend civin.Bonn,Oldenburg,Celle û herî dawî jî li Berlin bi tevlîbûna 8 mal û komelê li seranserê Almanya hatbûn avakirin.Hewldanê jibo yekîtî û tifaqek gîştî hatin.Çêkirin.Mixabin! Her mal û rêxistinekê jiber destûr û siyaseta nav xweyî ser êzdiya encam ne girtin.Ev hewldan jî bi ser neket?!.

Piştî demek dirêji herkesî bi rengek otonom li herêmê xwe kar û xebatê xwe berdewam kirin.Di sala 1997 de,bi konseptek hevbeş û otonom 7 malê êzdiyan Emmerich,Beremen,Bîlefeld,Wesel,Gisen,Sarburchen û Cellê li bajarê Celle FKÊA avakirin.

Mal û rêxistinê dinjî ketin nava hewldanek alternatîf,piştî demek dirêj sala 2003 de,bi navê HEVKARIYA Êzdiyan hate çikirin.Jibo tifaqa gîştî hewldan çêbûn kû herdû hêzê sereke bivin yek,bi Nav FKÊ kû navê xwe guhartbû û Hevkariya êzdiyan! Mixabin! Piştî demek dirêj careke din heman sebeb nehîştin.Tifaqa êzdiyan çêbive?!.

Di sala 2007 de, Sentral rat,weke alteratîfê FKÊ hat çêkirin.Êzdiyan bi rengekî rêxistînî li diyaspora wek perçebûn bi 3 riya êzdî temsîl dikirin?!. FKÊ,SENTRAL RAT,MALÊ SERBIXWE! Di heman salêde me xwast bi navê ÊZDA rêxistineke alternatîfê herdû rêxistinê mezîn.Çêbikîn.Mixabin em bi ser neketin.

Piştî fermanê şengalê 2014 a,hemû rêxistinê êzdiyan ketin.Nava lêkolînek nu,gelek rêxistinê nû çêbûn,ê berê xwastin.Tifaqê nû çêbikin.Yek jivan rêxistinê nû ZÊD bû,demek dirêj bi hemû rêxistinê êzdiyan ê almanya re danên û sitandin.Çêbûn! Roja 29.01.2017 a,kongere hat pêkanîn,29 mal,rêxistin.Sazyê wek GEA,Sentral rata Oldnburg,hemû perçê êzdîxan û
Kurdîstanê saziyê ser bixwe tevlî bûn!

Di encama destûreke hevbeş kû hemû êzdî û êzdîxan tahmûlbike,sentral rata berê xwe feshkir.Hemû rêxistin.Sazî û malê serbixwe bi pêşwaziyeke germ erkirina ZÊD nû îlankirin ?!.

Piştî fermanê şengalê,ev tifaq,yekîtî û hewldan ji nan û avê ji êzdîxan re li diyaspora ferzbû!Gelek rêxistina,sazî û mal,ji gururê xwe,destûra xwe,ji siyaseta xwe tavîzekî layîqî êzdîxanê dan! Lê henek dinijî hê îknanebûne,dervayî vê tifaqê,yekîtî û hewldana man?!.

Hemû pêvajoyê kû min basa hewldana,yekîtî,tifak,sazîbûn kirine,ez bi xwe zindî amadebûme! Piraniya delîl,belga û îspata ez amademe!.

Di encama zêdetirî 30 salîde vêga dora 60 mal,sazî,rêxistinê êzdîxanê li Almanya hene! 

Banga min ji hemû,rêxstin,mal,sazi,rewşenbîr,pispor,îlmdar,hûnermend,dîroknas,civaknas,Berpirsiyar,raghandin.Kû li dora şemisî,tifaq,lobî û şansê tifaqka êzdîxanê xweyî derkevin?!.

Fermanê şengalê,jenosîd,esîr,koçber,êzdîxanê jibo pêje roja û azadiya êzdîxanê ser me vê banga namûsê,şerefê,xîretê dike?!.

Ez çûme dîvana îlhî
Min liwûr dît, xweşîh û şahî
Serê her tiştî,tifaq û tevayî!

Nedim Erkis
01.04.2017


   

 

 

Nedim Erkis3754

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com