|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Mihemed Hesko (Birasoz)
Rewşenbîrî Wate.. Wîjdan, Berpirsyarî û Bargiranî?

Eger rewşenbîr wijdana û hişê milete wek tê gotin, wê``Çand qîrîna ademîzade ye li hember çarenvîsa xwe`` wek Albêrt Kamo dibêj e. Erê eger rewşenbîr û ronakbîr nasîn û zanînên xwe nekin mertal ku pê bervaniyê li ax û mafê welatê xwe neke tawankar e,û karînên xwe bi hişekî vekirî û bi nirînên hûr û kûr nexîn e xizmeta berjewendiyên doza gelê xwe, her tawankar e,ji ber ku ew bi helwest û xebatên xwe yên ramanî zimanhal, şervan û nûneratiya doza gel û welat dike?

Ev pêşgotin, bi helkefta hatina Roja Rojnamegeriya Kurdî ye, roja ji dayîkbûna rojnameya Kurdistan ya ku di 22`ê Nîsanê sala 1898`an de li Qahîre paytexta Misrê, li ser destê Mîrê Rojnamegeriya Kurdî Mîr Miqdad Medhet Bedir-xan hate weşandin û di vê derbarê de mîr gotiye`` Mebesta wê agahdarkirina Kurdan ji qewimînên dinyayê ye,nîşandayîna reyên zanistî û nasînê ye,û handana nivîsandin û xwendina bi Kurdî ye``.Belê gelê Kurd hemî bi vê helkeftê serfiraz û serbilindin,ji ber ku di vê rojê de ew jî wek miletên dinên cîhanê bûn xwedî alaveke girînga derbirîn, nasîn û danasînê, bi wateyek din bû xwedî desthilat``Desthilata Çarem`` ku rojnamegerî pê hat bi navkirin.

Belê erk û karê rewşenbîr ew e ku pîlanên dijminan ji gel re aşkere bike û zor setemkariya dijmin û neyaran jî risawa bike, û ji bo azadiya gelê xwe û serxwebûna niştimanê xwe bi xurtî bi qîr e û bi xebite,û di hemû çalakî û hewlên xwe de li rastiya biger û li ber çavên ne tenê welatiyên xwe, lê belê li pêş xelkên cîhanê tiştan zelal bike,belê armanca wî ya serekî peydakirina û pêşkêşkirina rastiyan e,wek helbestvan Resol Hemzetov dibêje:`` Kesê ku li rastiyan bigere, xwe pêbendkir ku herdem li ser rê be``.

Mixabin ji ber rewşa dagîrkeriyê li Kurdistanê û ji ber zor û sitemkariya Osamniyan, rewşenbîr Mîr Miqdad Midhet Bedir-xan neçar ma ku li derveyî welêt rojnameya xwe çap bike, tevî vê yekê, ji sergêjî û serêşandina Osmaniyan rizgar nebû û her û her pirsgirêk jêre çêdikirin,lewira neçar bû ku berê xwe bide welatên Ewrupa yê û li wir rojanmeya xwe bi weşîne. Belê em dikanin bêjin ku,Mîr Miqdad Bedir-xan şoreşgêr û kesekî wêrek û xwedî nêrîneke rastpînî bû, û baş nirx û hêza peyvê zaniye û dît ku ew bi gotarên xwe wê bikraribe li hemberî tank û topên Osmaniyan raweste, û bi vê riyê wê Kurdan hişyar bike û xizmeta çand û zimanê Kurdî jî bike.  

Belê divê em pend û şîretan ji helkeft û salvegeran wergirin, ji ber ku şerê me bi dijminan re, şerê man û nemanê ye,eger bi Rojnamegeriyê re gotin ``Desthilata Çarem``, gelo ev serdema Enternêt, kenalên tv û torên ragihandina civaka sivîlên cûrbicûr ên ku cîhan kirin gundek, emê bi çi bi navbikin, serdem an hevçerxa wêne ye, alava herî metisîdar û bi bandore, ku mijyê bîner bi hêsanî tê şûştin û temaşevan dikeve rewşek ku nizane li derdora wî çi diqewime,wek nivîsjkarê Amerîkî Girîg Balast dibêje``Mediya bi ser pêyên te de dimîze û dihêle tu bawerbikî ku ew baran e``

Hêvîdarim ku piştî derbasbûna119 salan bi ser derçûna yekem rojnameya Kurd re, cihê dilxweşiyê ku niha çendîn rojname,kenalên televizyonî, malper û radyoyên Kurdî hene, hêviya min ew e ku hemû rojnamevan û mediyakar pêbendî sêncên karê rojnamegeriyê bin û berjewndiya bilindên neteweyî di ser her tiştî re bigrin, û vê alava nûjen çekek gelek bihêz, bi bandor û metirsîdare, em ne li dijî xwe bikarbînin. Û pîrozbahiyê li hemû rojnamevanê Kurdistanê dikim.

Şemî-22-04-2017

 

المثقفون يمثلون ضمير الأمة وعقلها

يقول الشاعر العظيم رسول حمزاتوف:"من خرج يفتش عن الحقيقة حكم على نفسه أن يبقى دائما في الطريق".

إن الصحفي العظيم، كما أحب أن أكرر القول، هو الذي يرفع الصحافة إلي الأدب.. والصحافة كالشعر والأدب والفن..". وهو الرأى الذي عبر عنه الروائي العظيم جابريل ماركيز حين اعتبر أن الصحافة تقع في نطاق الأدب.

وادق وصف لحالة اعلامنا هو مقولة الكاتب الامريكي غريغ بالاست ( الاعلام يبول على أقدامك ويقنعك بأنها تمطر ) ! .

المثقفون في نهاية المطاف هم جزء من النظام القائم بكل تناقضاته. ولذا فدعونا نراهم كما هم

ولذا، فإن فكرة أن المثقفين هم حوامل أحرار للفك

نسمع عادة هذه النداءات للمثقف حتى يلعب دوره التاريخي كمحرك للتاريخ وقائد للتغيير!

قاد الأمير بدرخان ثورته ضد الحكم العثماني في عام 1847 في قلعته "هورخ" ثمانية أشهر ولم يستسلم حتى أقتيد إلى اسطنبول ثم تم نفيه الى جزيرة كريت واستبعاد عائلته من أجل تفتيتهم وضياعهم وحتى تم تغيير أسم عائلة بدرخان من قبل الأتراك الى عائلة جنار

Wek Mîqdat Midhat Bedirxan Beg gotiye, mebesta wê agahdarkirina kurdan ji qewimînên dinyayê ye, nîşandayîna reyên zanistî û merîfetê ye, û teşwîqkirina nivîsandin û xwendina bi kurdî ye.

 

لإجابة عن هذا السؤال المحوريّ, علينا أن نسأل سؤالاً آخر قد يُساهم في الإجابة على السؤال الأول, ما مسؤولية المثقّف أصلاً؟ والحقيقة أنّني وجدت علي شريعتي قد وُفّق في وضع خصيصتين مهمتين للمثقّف: الأولى أن يمتلك العقل النقدي والثانية أن ينخرط مع الناس في محاولات التغيير باعتباره يملك الرؤية الواقعية والمتغيّرات والمسارات المختلفة, وأضاف شريعتي أنّ المثقف هو ذلك الشخص الذي يقوم بدور النبوّة حيث لا نبوّة.

  غرامشي. بالمثقف العضوي: (11) "هو المثقف الذي يعمل على إنجاح المشروع السياسي والمجتمعي الخاص بالكتلة التاريخية المشكلة من الفلاحين


   

 

 

Mihemed Hesko (Birasoz)3778

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com