|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Şêrzad Zeynelabidîn
Dilê min borî êvare

Dilê min borî êvare


Dilê min borî êvare
Serê min gêj pê potîne
Ev êvare gelek sare
Çavên damay dil xemgîne
Rojê perê xo dahêla
Hetavsorka were bibîne
Çi canyeka qeşenga lê
Spêde hemî te gorîne
Te çend har berdan beyara
Pezê xwe ka tu bicemîne
Ji rêka min vede dehla
Ev çi pêjan û strîne
Ji dîdarê min ne dûrke
Ku çavên min di birsîne
Li te çi geşe bihare
Li min sotin dil û sîne
Ji çavan te durr dibarin
Te lêv şekr û hingivîne
Bi êk nêrîna çavên te
Dil û ceger velerzîne
Çi lê bikem mulkê dunyayê
Bo çine çîn û maçîne
Kalik dirrya li rêka te
Nê min pehnî keliştîne
Her bihostek bi sed sala
Ku min pêngav têk bestîne
Were zalim pênceh û şeş
Bihar ji jîyê min borîne
Çi stêreka geşî li asman
(Ji gurohê mah û perwîne )
Bes agirî berde dilî
Kezî û biska bes bihejîne
Ma kengî hoye dildarî
Ma ev cenge an evîne ?
Dilê min te ji min barkir
Her carekê tu bizivrîne
Barê xema ka tu bihêle
Wî rûbarî ka bişeqîne
Te lêv al wek helhelokê
Te sîng û ber soryazîne
Çi geş bihare dêmê te
Ew çi çerwan û şevîne
Ew çi gulên bistîk zirav
Ew çi sêv û çi hirmîne ?
Ew çi hêve li ser hêvekê
Ew çi bêla şaneşîne
Ew çi fêqyê ho gehiştî
Ew çi tuhûrk û tûne
Ew çi kemere li navtengê
Ew çi şale çi rûşîne
Ew çi çavên dil hengêvin
Ew çi tîrên agirî ne
Ew çi baqofkên ne vebûy
Ev çi dilên azirîne
Ew çi dile hosa yê kel
Ew çi dojeh çi êtûne
Ew çi bêhne hoya nerim
Lûlaperên berçelîne
Ev evîna ho ya mukum
Dê bêy kevrên xweristîne
Ew çi heyva xerman girtî
Ew çi zendin ew çi rûne
Ew çi pirçê ho ta belav
Lêv hinarkên radoşîne
Ew çi xale li rûyê te
Ew çi berdilk û morîne
Ew çi mêxek li difna te ?
Ew çi sosin çi solîne
Ew çi tiblên xenakirî
Ew çi belgên dîndarîne
Ew çi pêjane li dor çava
Ew çi stiryên kinarîne
Ew çi devê wekî sedef
Ew çi dindkên hinarîne ?
Ew çi qede ew çi bala
Çi gerdena reng zêrîne
Ew çi qutke ew çi kiras
Ew çi nitrek gulalîne
Ew çi tîte li enya te
Lewendî jî armûşîne
Ew çi tîrin ji çava dibarin
Ev çi dilên herişîne
Ew çi nerme rêve çûne
Ew çi naz û dalehîne
Ew çi bendin çi heyranok
Ew çi zêmar û narîne
Ew çi pit pit çi gazinde
Ew çi daxaz û nifrîne
Ez çi bêjim hêşta kême
Gotin hemî diqerisîne
Wek naza te qed nabînim
Ne çi Sitî û ne çi Zîne
Ne Sineyî û ne Sablaxî
Ne Mêrdînî û ne Çelîne
Were avde van gulzara
Panê baqofk çirmisîne
Ger tu li gel min bî delal
Yek pakî min bi dinê nîne
Her evîne ya may zelal  
Serokanî tev şêlîne
Bihara min tu yî herdem  
Wekî rojê ser helîne
Te peymanek dabû dîlber
Kanê sozê tu bi cîh bîne
Ev dile her dem ê bi azar  
Çenk û per jî di sotîne
Bila rehmek li me bi barîtin
Ku lêvên min di têhnîne
Were ber sîbera kevra  
Kurdistan warekê hîne
Yê nezanît bêhna biha
Bawer bi ke y har û dîne
Bihara ter bi mij û moran  
Zivistana me befrîne
Dilê jar nê herê li taqe  
Were carek li vir rûne
Wesa sivik li ber dilî  
Ma êk wek te ya şirîne
Derî ke suhbeta çava  
Dilê xwe qed ne xapîne
Ku bersfk dûkêlê girtin   
Car û bara helbijîne
Li neyara qed ne zivre tu  
Tu di zanî ka ew kîne
Çi bekrok lewçe û çivêlin
Hemî pêgve di lewtîne
Wek hêstra mêşik hat yê   
Wekî stênga di êwirîne
Çi ser hişk û hem nezanin
Dilê wan ê bi kerb û kîne
Wek dara hişk dê bêjî ku  
Ev  neh deh sale di mirîne
Qey başyê  na bînin ew  
Dilê kore çav peqîne
Çi dermanê vê dil reşyê   
Ji rêkê ew tehsîne
Were cîhana dildara  
Ka zozana tu bi çerîne
Kurdistana me rengîne  
Dol û nihal feraşîne
Were zalim da te bi bînim  
Cergê bêzar dilê bi xwîne
Eger hêşta ne bişkurrî   
Dê min ji vêrê rateqîne
Bulbulê jar bê deng maye
Yê bê xunav û esmîne
Mi pişt çemya wek gopalî
Pirasî li min têk peşîne
Ev êxsîre gêj û lal man
Sewda ser û helhelîne !!
Li benda te qermokî bûn
Hemî pêgve dihefsirîne !!
Bê ser û ber pirrçê belav
Dê bêy gurga veçirîne
Tev qehr û kovana ji dilî
Tu bide bay û bifrîne
Min nevêt rojekê bi xem bî
Dura ji çava ne barîne
Neyara tu vede ji rêkê
Ji mirwetê diqemoxtîne
Çi bê biha û bê nirxin
Wek simaqê dibişaftîne
Were avake tu dilî
Nê berkaşxank diheriftîne
Ka bibişkurre wekî rojê
Ka wan xema bihelweşîne
Ka kê dilê te hêlaye?
Ku wan çav lê perçiqîne
Zerwêle ev sal ne hatin
Hudhud û kew nezivrîne
Kanê gasre ka reşwêle?
Bihar bê wan bihar nîne
Tu bikey bê dilya dilî
Tu bi xwedê ma guneh nîne?
Eger her ho binalim ez
Tu bi xwedê qey ma ev jîne?
Ger te nevêt ne bişkurre
Pîçek lêva biliv livîne
Heta spêdê li benda te
Ji hizrada me xew nîne
Li dilê min xem bûn tilove
Kul û kovan Jî piştîne
Ji ber van ax û nalêna
Ber û dar tev bihiştîne
Ger bêjî min tu ji bîrkirî
Ew gotinên bazarîne
Ka boçî ya tirş û tondî
Ev çi rik û hevrikîne ?
Yê nezanît bihayê te
Nê kanzaya jêr zemîne
Kî dibêjît dilê mirî
An me peyman ji bîrkirîne ?
Me lêv hişkbûn ji dûrya te
Ji sermada hebhebîne
Ku rêka te gul û gulzar
Ya min pir dirk û dasîne
Her wezim stêra dihejmêrim
Gundî hemî dinivistîne .

 Şêrzad Zeynelabidîn

2010

 


   

 

 

Şêrzad Zeynelabidîn3781

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com