|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Haqqi Ismail Shingali
Roja Reş

 

 

 

dîsa hat roja reş

dîsa hat roja frmanîَ

dîsa hat roja mirinê

roja mirinê hat û li me zivrî

Çavê daka me ka girî

û rundka di barînê li ser şingala şekrî

li ser çiraya vemirî

heyi 3 y heşit,

te ji min dûrkirin bab û bra dak û xuşik

te li min tarîkirin behar û biheşit

bitinîَ te hêstirka min ji mire hişit

ji ne çarî minjî ew hêstirke rişit

kanê dezgehên mirovatîyَê û mafê mirovan

ev heftî û çar care li me zivirî firiman

kanê mafê jinê di jiyanê da

ev çend sal derbazbûn

xuşk û daykên me di zîndanê da

xuzî min zanî ba ewên beḧsa mirovatîyê dken li kurin

ev bîst û yek çerxî bi çi dfkirin

çerxê tekinolociya û ser heyvê

zarukeka êzdiya ji tîhnada dkevê

û yek ji mirinê ji mala xo di revê

jbilî êdke mirîn li rêka deryaya avê

kengî rojekê ê û ev kerb û kîn wê ji dlê wan derkevê

ji bê çara ji derda û kerba da hêstirka min barî

bi ser gorêt komkujyê da

gelek cara me karê xo kirê bi bang û hewara

xudê yo em dexîlê te

li xatira van bilingaz û jara van pîrek û hejara

li bang û hawarê me wera

bab u bapîrêt me rêzkirin di rêza mirinê da

û dest bi kuşitina wan kirin ji rexekêda

û gelek bi saẍî kirina di bin erdê da

emê bêjin ji çend kesara  ji çend welata ra

kî welat maye û miletê me lê neyi koçbara

kî maya û nizanê koçbariya me ji bin destiya û bê  çara

kî maya û me jêra ne gotiye carekê û ducara

eve bi hezarên sala warê meyîَ brîndara

lê em çi bikin kes li me neyî guhdara

kes ji mera neyî hişiyara

felek ne yara .... felek ne yara

 

 


   

 

 

Haqqi Ismail Shingali3789

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com