|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Eskerê Boyîk
100 salya fermana qebîla Êzdya ya Bassa



… Ferman. Gava vê peyvê dibêjin evdên Ȇzdî bi tirs û saw, bê hemdê xwe neheqî, kuștin û kokbirya civaka xwe bîr tinin. Xûn ji wê peyva xezeb diniqite. Ferman yanê biryar: biryara hêzên hukumdar. hêzên deshiletdar, hêzên dewleta hov. Ev peyv bi dewrana ketîye nav xûn, mejû û bîranîna evdên Êzdî. Wek biryara neheqiyȇ, zulmê, kokbîrîyê, talankirin, wêrankirin, şewitandina şên, gund û ware wan. Bi dewrana hȇzȇn olperest, çekdar yȇn dewletȇn Ȇzdȋ navda jiyane hatine ser cȋ ȗ warȇn ȇzdiyan talan ȗ wȇran kirine, jin-zilam, zarok, kal- pîr kuştine, serjêkirine, keç- bûk birine, ji bo ew Ȇzdȋ ne.
.
Em van 250-300 salȇ dewyȇ mȇzekin. Sal nȋne ku dewleta Osmaniyȇ bi êrîșên talankirinê, ȋslamkirin ȗ wȇrankirinȇ nehatibin li ser Ezdiyan . 

Ȇzdȋ ji hin aliyȇ Osmaniyȇ da dihatin qirȇ hin jî aliyȇ hinek mȋr, padşa, axa, beg, oldar ȗ hukumdarȇn Ereb, Ecem, Tirk ȗ Kurdȇn musulman e olperest va ji bo ew musulman nȋnin. Lȇ rastȋ ewe li bin perda dȋndaryȇ da meremȇ teva talankirin ȗ hesabȇ civakȇn wak Ȇzdiyan zengȋnbȗn, milk ȗ malȇ wan zevtkirin bȗ. 

Ya here xeter Ȇzdȋ himberȋ wan hovȋtiyan tenȇ bȗn, cihanȇ da kesȋ dengȇ wan nedibihȋst, kes pişta wan nedisenȋ, kesȋ destȇ alȋkaryȇ dirȇjȋ wan nedikir, kesȋ destȇ neheq ȗ xȗnmija nedigirt. Netewa Kurd jȋ ji bo ola xwe neyartiya Kurdȇn ȇzdȋ dikirin. 

Berovajȋ ew zulm li ser navȇ Xwedȇ ȗ pȇxembȇn xwe dikirin, giva kȇ wȋ “karȇ pȋroz” bikin wȇ biçin buhuştȇ, kȇ zaroka, kal pȋrȇ ȇzdiyan bikuje, pȇlȋ namȗsa wan bike, gund,war ȗ şȇnȇ wan talanke, bişewitȋne, wȇranke, kȇ keda ȇzdiyan ya helal destȇ zorȇ ji xwera bi heramȋ bibe carekȇ va diçe buhuştȇ… Ez nizanim ew ȋdȋologiya dijȋ Xwedenasyȇ, dijȋ normȇn murala mirovayȇ, yê xezeb û hov kȇ kirye serȇ evdan ȗ wan jȋ çawa wȇ neheqiyȇ bawar kirin e, heta ȋro jȋ vȇ dewra zanestiyȇ da wȇ derewa eşkere bawar dikin.
Ji wan fermanȇn anîne serȇ Kurden ȇzdȋ yek ji ya din zulmtir ȗ xezebtir bȗne. 

Komkujiya Bassa dema komkujiya Ermenya da pêk hatiye. 

Herema Bota gundekî Êzdiyan hebû, jêra digotin gundê Bassa. Gund li nava çiyayên hasê da bû. Vî gundî nav xweda xelkê 7 gundê Ermeniya strandin. Payê wanî pirê Ȇzdiyan çiyara derbazî Sûryê kirin... Osmanî pê hesyan bi hêzeke mezin avȋtine ser gundȇ Bassyan. Bassiya revyan ȗ berê xwe dane Șêxan û Șengalê. Rêda hȇzȇn Osmaniyȇ ew bȇçek kirin, sȋlihȇ wan ji wan stendin, nîvê meha Gulanê sala 1916 a, li ber gundê Findikê, Hinek eșîrên koçer yên kurdên Musulman avȋtine li ser Bassan. Ji 450- 500 neferî tek 37 xilaz bȗn...

Babetê Konfêransa Navenda Lêkolînên Êzdînasyê ya 11.06.2017 li Mala Êzdiyan ya bajarê Oldênbûrgê da li ser 100 salya wê Komkujiya zulm bû.
Beșdar payê pirê pașmayê Bassa bûn.

Bi gotina beșdara niha hesebê Bassya digihîje 1000-1200 neferî. 

Konfêrans derbas kir êzdînas- nivîskar Pîr Xidir Sulêman. Bi gitarên hewaskar pêșda hatin Sadîk Bassî, mamosta Kiet Nemir, Șivanê Șêx Elo.
Dewyê da serokê Navenda Eskerê Boyîk karê Konfêrans tomerî kir.
Gotarê Konfêransê wê bên weșandun. 

Eskerê Boyîk
Serokê Navenda Lêkolînên Êzdînasiyê.

 


   

 

 

Eskerê Boyîk3829

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com