|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Kemal Tolan
Bê perwerdeha nasname ya Kurdî, hîmên Êzdîtiyê qet nayêne pêşxistin û parastin!

 

 

22 Nisan 2014, 15:52
 
Kemal Tolan

Hêjayan, 

ez dixwazim her kes bizanibe ku, ez ne „akademîkkar“, siyasetmendar, birêvebirê tu rêxistin, saziyên ol, mal, komel û medyayeke civaka Êzdî me. Karê min, eva serê 39 salan berhevkirina zargotin(dîrok û kevneşopiyên ku di hiş û mejuyên endamên civaka Êzdî de mane), lêkolînkirin û nasandina ola Êzdîtiyê ye. Ji roja ku min dest bi vî karî kiriye, ez nerînên xwe, ji xeynî bizimanê Kurdî pê ve, wekî dinê bi tu zimanekî xerîb pêşkêşî raya giştî nakim û ez hêjî xwe weke nivîskarekî Kurd na hesibînim. 

 

Ez hercar li goriya tecrûbe, hişmendî, derfet û Êzdînasîna xwe dêjim, gava ku meriv li herikandina mîtolgî, dîrok û zargotina me „Kurdên resen“ binêren, merivê hingê bivînen ku, zimanê Kurdî yê zikmakî û tîpên elfaba Kurdî ji ber dengê lorîk, stran, kilam, çîrok, destan û zargotina ilm(beyt, cîvanok, duha, lawij û qewlên) Êzdiyatiyê hatine afirandin. Lê mixabin,  “zanîn û agahyên gelek rewşenbîr, nivîskar, berpirsyarên mal, komel, ol, partî û rêxistinên Kurdî di der heqê dîroka olên li Kurdistanê û bi taybetî jî li ser Êzdiyatiyê û rewşa civakan me Êzdiyan ya derbas buyî û ya niha jî pir kêm û lewaz en(*1)”. Lewma ez  timî dêjim, divê em Êzdî ji her kesekî Kurdistanî bêtir, bi zimanê Kurdî binivisînin û bixwînin!(*2)“. Tiştê ku ji min hatiye, min heta niha ev mafê bawerî  û netewa xwe parastiye, ew bi dilxweşî di pirtûk û gotarên xwe yên ku di gelek kovar, malper û rojnamên Kurdî de hatine weşandin de jî daye xwanêkirin...

 

Spas ji Xwedê re û „ez xwe zahf bextewarim dibînim ku, min karîbû bi guhirandina demê ra,  gelek veguhastinên paş û pêşxistina çanda Kurdî li Ewrûpa yê bivînim..(*3)“ Lê ji aliyekî ve jî, ez gelekî xemgînim ku, îroakademîkkar“, birêvebirên  ol, mal, komel û medyayên me hêjî  nebûne hêzeke civakî û netewî. Piraniya wan hêjî nizanin ku; ”EZDA navekî Xwedê ye û EZDAHÎTÎ jî maka hemû mîtologiyên xwezayî û pirtûkên pîroz e!,ew jî navê Xwedênasîn(Ezdahîtî)a me li goriya zanîn û zimanên xerîban şaş didine xwanêkirin..(*4)”, nikarin di pêwendî, çapemenî û medyayên ragehandinên xwe de, bi elfabeya Kurdî ya bi tîpên latînî  bi nivisînin û bidine xwandin. Belê hima wisa, ez gelekî pê diêşim ku, zahfê me hêjî mîtolgî, dîrok û zargotina xwe baş nasnakin û fêhmnakin ku hîmên Êzdîtiyê, tenê bi perwerdeha nasname ya Kurdî dikare were pêşxistin û parastin. Gelek ji me hêjî bawer nakin û nizanin, gava ku zarokên me jî weke me(evên wexata ku ji welat derketin û temenê me ji heft salan zêdetir bûn )di salên zarokatiya xwe de bi lorîk, stran, kilam, çîrok, destan, beyt, cîvanok, duha, lawij û qewlên Êzdîtiyê mezin nebin,  ewê nikaribin bi zimanekî xerîban tenê, van pirsgirêka nasname ya ol û netewiya xwe bi ramanên xwe çareser bikin. Lewma jî min gotiye û dêjim, „Gava ku kevneşopên bingeha olekê neyêne jiyankirin, zarok û ciwanên civakê jî nikarin sedûhedên wê olê biparêzin.(*5)” Asîmlebûna zarokên Kurdên ku, li herêmên Kurdistanê û Ewrupa yê dijîn, ne tenê gunehê dewleta dagirker û welatê ku em lê dijîn e.

 

Bi dîtina min, eger ku „akademîkkar“, civaknas“sosyolog”, birêvebirên olî, mal, komel û medyayên civaka me Êzdiyan, dixwazin bi rastî dîroka ola „Kurdên Resen“ baş bidine naskirin û Êzdiyatiyê ji bo pêşerojê biparêzin; divê ew jî erka xwe ya netewî û dîrokî baş nasbikin, “mîna akademîsyenên xelqên dinê, bikevine nav wêje û zargotina Êzdiyan, wê kevnarî, rastiya baweriya Êzdîtiyê û dîroka me, ya ku dujminên gelê me bi darê zorê û ji bo berjiwendiyên desthilatdariya xwe guhastine, lêkolîn bikin û dewlemendiya ol, çande-folklor û dîroka Êzdîtiyê ne li goriya zane û dîroknasên xerîban û dagirkirên welatê me, bi dewletên xerîb û bi ciwanên me bidine naskirin.(*6)”. Ew bi pisporî û zanîna Êzdîtiyê sedemên ku ciwanên Êzdiyan xwe di nava biyaniyan da şermezar û biçûk dibînin bidine naskirin. Ew dev ji wan projektên mezinkirina kesayetî û navên rêxistinên ku gelekî binirxên, lê di kiryarên xwe de gelek fêda nadine endamên civakê,  berdin.  Ew jî li goriya tifaq û pisporiya xwe, bikevine nav wêjeya kevneşop û zargotina Êzdiyan, hemû tekstên  lorîk, stran, kilam, çîrok, destan, beyt, cîvanok, duha, lawij û qewlên Êzdîtiyê, yên ku oldarên me bi hemd anjî bê hemdî, lê dîroknivîsên dagirkirên welatê me û hevalbendên xwe, ew bi zanistî guhastine di navendekê de tomarbikin. Di peyra naveroka wan li goriya zimanê zikmakî sererastbikin û tevaya nûjeniya wan bi rêveberên rêxistinên civaka Êzdî û endamên Meclisa Rûhaniyên Êzdiyan bidine pejirandin. Her weha ji bo zarok û ciwanên Êzdîtiyê, bitaybetî jî yên ku di dibistanên Almanya(û tevaya cîhên ku Êzdî lê pirin)yê de ne, dersa ola xwe bi fermî bêne bêrwerdekirin, hinek gavên bikêrhatî di pratîkê de bavêjin. .....

 

Gava em di vê demê û di nava van derfetên ku îro hene de, xwe li ser bingehên civakî, olî, netewî û  jiyana hevparî(întegrationê) birêxistin nekin, hemû rêveberên rêxistinên civaka Êzdî û endamên Meclisa Rûhaniyên Êzdiyan parastina xwandin, nivîsandin û axaftina bi zimanê zikmakî li ser xwe ferznekin û yên ku li diyasporayê dijîn yekbûna nasnama zimanê olê(Kurdî) bi hemda xwe ne parêzin, êdî zarokên me yên ku xwe tenê bi zimanê  tirkî, îranî-farsî, rusî, ermenî, ereb(îraqî û sûriyê)î, almanî û hwd.bidine naskirin jî, nikaribin weke zarokên xelqê, bi aqilmendî ji pêşeroja xwe re xwedî derkevin. Ciwanên me yê nikaribin van valeyên di dîroka me de hene, wekî ku di zargotina me de tê gotin, „dem bi demê re lê, her dem bi Xwedê re“ li goriya demê dagirin û wan mafên  xwe yên ku hatine tûnekirin cardinê vegerînin. Lewma hêjî dêjim, “gava ku kevneşopên bingeha olekê neyêne jiyankirin, zarok û ciwanên civakê jî nikarin sedûhedên wê olê biparêzin(*7)”. Wê „rewşenbîr, zahne, sazî, komel, dezgeh û rêxistinên partiyên Kurd(Êzdî)an jî nikarîbin weke her dîn, civakê, çarenûsa xwe bihêz û rêxistbûna endamên Êzdîtiyê diyar bikin(*8).  

 

“Ez bi xemgînî dibînim û dibihîzim vêga hêjî hinek dîroknas, zahne, nivîskar, lêkolînvan û hwd. merivên Kurd û xerîb ku Êzdiyatiyê nas nakin hene û dibêjin, di Êzdiyatiyê de reform çê nabin û divê di Êzdiyatiyê de reform çêbivin.“ anjî wan reformên çê buhne nabînin !(*9) Weke ku min gotiye tifaq, rêxistbûn, xwe guhastinên xwezayî û  “reform”  bi gotinan tenê û li gor daxwaziya çend evdên ku “xwe întegre kirine, ji bo berjiwendiyên kesayetiya xwe bûne dr., parêzvan, civaknas û hwd., wisa yên ku bi îrada xwe nikaribûne” ji nasname civak û netewa xwe dûrketine çê nabin. Divê em baş bifikirin, bê çima pêşiyên me li ser wan evdên ku ji bo berjiwendiyên kesayetiyê ji  ol, civak û netewa xwe dûrketine weha gotine: „Kesê ku bi kerî dînê xwe neyê, ew bi kêrî dînekî dinê jî nayê“ (*10). Anjî ka em li ser vê nêrîna „mîrê me Êzdiyên li cihanê, rêzdar Tahsin Seîd Beg ku digot, heke ku em zimanê xweyî Kurdî winda bikin, hingê emê ola xwe, Êzîdîtiya xwe, winda bikin. Heke ku em ola xwe winda bikin, emê zimanê xwe winda bikin…….(*11)“ baş bifikirin ! ....  

 

Çi gava ku ez li ser vê nêrîna Mîrê me Êzdiyên li cihanê, rewşa „akademîkkar“, „berpirsyar“ pêwendî, pirsgirêkên nasname, çapemenî û medyayên ragehandinên me Kurd(Êzdî)an difikirim, ev wêne û gotina Alman ya ku dêje„Am Ast sägen, auf dem man sitzt(siehe Grafik*12) -  çiqilk(şax)ê darê, yê di bin xwe de ne bire“ tê bîra min. Weke ku ez ji vî wêne yî û vê gotina Alman fahmdikim, ew  bîryar û xebata min a berê rast têxwanê kirin. Ez îro jî li goriya dîtina xwe, vî wêneyî û vê gotina Alman fahmdikim dêjim, eger ku endamên civaka me Êzdiyan wan kesên ku, hişên xwe hêjî ji gemara feodalîzmê-paşverûtiyê paqij nekirine, dêjin “divê olperestî ji siyasetê ra xizmetê bike..”, rumetê nadine pir rengiya olê û nêrînên cûde, ji dînê xwe derketine, di piraniya pêwendî, çapemenî-medyayên ragehandinên xwe de tenê bi zimanê xerîban kardikin û ji bo berjiwendiyên kesayetiya xwe bûne dr., parêzvan, hunermend, civaknas û hwd..... bikine rêberên sazî, mal, komel, dezgeh û rêxistinên ola xwe, hingê ew wî şax(çiqilk)ê ku zarok û ciwanên me li serê nasnama “Kurdên resen” naskirine, fêrbûne-dibin(binêre li Grafik *12), bi fikir û ramanên xwe  dibirin. Ew bixwe dibine sedem ku, zarokên me jî zû asîmîle bibin, ew ji ser kok(rih)a dara ol-netewa xwe bêne birîn û ji binehatina xwe dûrbibin. Lê, ”gava her tiştek li ser koka xwe şîn bibe, hingê tu hêz nikare vê kokê tûne bike.(*13)” 

 

Di dawiyê de ez dîsa dêjim, “ ÊZDİYATÎ HAVEYNÊ MİROVATİYA MEZOPOTAMİYA YE Û Bİ TAYBETÎ JÎ GENCÎNEYA NASNAMEYA GELÊ KURD E(*14)„ ,pêwîstiya Ezdahiyan bi xwandegehên ku hest û berjiwendiyên kesayetiyê di ser ya Xwedê nasînê de bilintir bikin, tûne ye(*15)” û ez jî mîna sedayê mezin rahmetiyê Cigerxwîn gotî dibêjim“HAWAR”e û wê „KÎ HİLGİRÎ VÎ BARÊ MİN„(*16)

 

Kemal Tolan, Xemxwar û Berhevkarê Kevneşopên Êzdiyatiyê-  21.04.2014

 

*Çavkanî:

1. http://www.lalish.de/modules.php?name=News&file=article&sid=788

2.ttp://yeziden.de/forum/board25-civata-bi-kurd%C3%AE/board26-%C3%A7and-%C3%BB-huner/761-bi-ziman%C3%AA-kurd%C3%AE-binivis%C3%AEnin-%C3%BB-bixw%C3%AEnin/#post24838

3. http://www.dergush.com/modules.php?name=News&file=article&sid=2143

4. http://www.helbestvan.com/ezda-naveki-xwede-ye-u-kemal-tolan/

 

Baldarî: Weke ku hûn dibînin, ez jî bi hemda xwe bi van peyvên; Ezdahîtî, ÊZDÎTÎ, Êzdiyatî, Êzdî û Êzdiyan kardikim û ez baş dizanim ku maka van peyvan tevan, peyva EZDA ya ku navekî Xwedê ye K.T. !

5. http://www.welatperwer.com/gava-ku-kevnesopen-bingeha-oleke-kemal-tolan/ 

6. http://www.ciwanen-ezidi.de/pdf/012.pdf

7.http://www.civata-kurd.de/ku/culture_and_art/352766/gava-ku-kevne-op-n-bingeha-olek-ney-ne-jiyankirin-zarok-ciwan-n-civak-j-nikarin-sed-hed-n-w-ol-bipar

8.http://gelawej.net/index.php/kemal-tolan/7534-pewiste-em-ezdi-ji-carenusa-xwe-bihez-u-rexistbuna-endamen-ezditiye-diyar-bikin.html

9. http://www.rojava.net/19.08.2005kemaltolan-ezidi.htm

10. http://www.lalish.de/modules.php?name=News&file=article&sid=1134

11. http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/ji-rewsenbir-u-pesengen-civaka-ezdi-re.html

12.https://encrypted-tbn3.gstatic.com/images?q=tbn:ANd9GcSTb3jd7Po32ywpv_glNQK4OWalSHxhvWcw1ZZCEOHuaKxNbQ2yoA

13. http://www.helbestvan.com/nasandina-ola-ezditiye-mezin-dibinim-%E2%80%8F-kemal-tolan/

14. http://www.ike-europa.com/Article.aspx?articleid=680&authorid=21

15. http://www.argun.org/2011/11/13/pewistiya-ezdahiyan/

16. http://www.dengeazad.com/NewsDetailN.aspx?id=5331&LinkID=142

   

 

 

Kemal Tolan3839

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com