|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Şêrzad Zeynelabidîn
Xem û pejara milletî

Xem û pejara milletî Ma ji pejara evîndaryê, ma tiştek xweştir heye Lew xasme ya milletî bît, yê ne dît bît tûle ye !!! Vê xem û pejarê kuştim, hêşta hindek lewçene Ger ne gehme yara nazdar, ma xewn jî gunhene ? Bihêlin xewnekê bi bînim, li mi nekene jehre mar Destê xwe dê havêm rojê, belkî dê wê înme xar !! Nehez û bê eql û mesta, dest li min bestin çep û rast Dê bi piya bezme miradê, pê li min gestin çep û rast Dê ezmanê mi çilê ken ? şurekê xweş ser birre Dê bang det bû serxwebûnê, ala rengîn hel bi firre Ger maf û yeksan û rastî, li vê cîhanê ew hebin Ma çima bû Kurda nînin, bo çî xem bahra me bin ? Bo çî em her ho di nalîn, nê pîçek sûça meye Xwe froş û kes peristîn, ma çi bêjim nê weye Bi erzanî xwe nefroşe, ey xudanê qelemî !! Rastî evro bête gotin, dê rizgar bîn em hemî Milletê ax zêr û befrîn, parçe kirye dujmina Amede bûka cîhanê, Mehabad a dest bi xena Kerkuk hêşta di nalîtin, penaber li jêr xîveta Ax lê zêr û zik lê birsî, ka xudanê hîmmeta ?? Rojek dê hêtin ji Kubanê, bê sinor biçime çemî....1 Paşî ser evraz bû Wanê, bû seredan biçîn hemî .......2 Ji wêrê bi çim bû Mehabad, bi cih bînim hecca berê .....3 Paşî li Seywan min bin ax ken, beram berî esmerê. Şêrzad Zeynelabidîn 12/06/2009 Dîwana : Jikûratiya Xemên Bêdeng 1:-Çemî =gundê min ,Çemê seyda. 2:-Devera wanê cîhê bab û kalên dapîra min (ji aliyê daykê ) 3:-Li sala 1974 ê ez çûm Mehabad mirada min ew bû wêneyekî li gorepana Çar-çira bi kişînim lê savakên şahê gorr begorr li min qedexe kir.


   

 

 

Şêrzad Zeynelabidîn3848

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com