|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Şêrzad Zeynelabidin
Roj çû ava

Roj çû ava Me jî borî roj çu ava Hetavsorka wer b’bîne Şengebî bûm li ber derava Evro xunav pêve nîne **** Yahat pawîza jiyarê Belig werhan ji evê darê Roj ava bû ya diçît xarê Mirin ya bê kerb û kîne **** Westam bijîm westam bimînim Westam rabim , Westam birûnim Westam xewna hero bibînim Xewin jî her tijî xûne **** Bê nivistin xewna dibînim Çend perên spî hema di xûnim Hûviya li ser berek hişk diçînim Ta hemiya got evê dîne **** Ne yê dînim ne durust im Bê dadiya wez buhuşt im Ne sax kirim ne wez kuşt im Gote min ka hêşta bimîne **** Bimînm ez bi vî halî Bi vî derdî bi vî darî Herê dûrim ji gund û warî Ka vî barî tu bihelîne **** Çi barekê pir senge ew Çi derdekê bê denge ew Çi buharek bê renge ew Li min sotin dil û sîne **** Dil û ceger li min kuzrîn Xoşî hemî çûn û firîn Rêk û tev pir jî li min birîn Ew çi tuxmin ka ew kîne ? **** Ewin nehez dujmin neyar Hind bekrok û hind jî exyar Qeda f ‘ hemada hate xar Nê ji kerbada tev peqîne . Şêrzad Zeynelabidin 09/07/2017


   

 

 

Şêrzad Zeynelabidin3849

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com