|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Roj çû ava



Me jî borî roj çu ava
Hetavsorka wer b'bîne
Şengebî bûm li ber derava
Evro xunav pêve nîne

****
Yahat pawîza jiyarê
Belig werhan ji evê darê
Roj ava bû ya diçît xarê
Mirin ya bê kerb û kîne

****
Westam bijîm westam bimînim
Westam rabim , Westam birûnim
Westam xewna hero bibînim
Xewin jî her tijî xûne

****
Bê nivistin xewna dibînim
Çend perên spî hema di xûnim
Hûviya li ser berek hişk diçînim
Ta hemiya got evê dîne

****
Ne yê dînim ne durust im
Bê dadiya wez buhuşt im
Ne sax kirim ne wez kuşt im
Gote min ka hêşta bimîne

****
Bimîn ez bi vî halî
Bi vî derdî bi vî darî
Herê dûrim ji gund û warî
Ka vî barî tu bihelîne

****
Çi barekê pir senge ew
Çi derdekê bê denge ew
Çi buharek bê renge ew
Li min sotin dil û sîne

****
Dil û ceger li min kuzrîn
Xoşî hemî çûn û firîn
Rêk û tev pir jî li min birîn
Ew çi tuxmin ka ew kîne ?

****
Ewin nehez dujmin neyar
Hind bekrok û hind jî exyar
Qeda f ' hemada hate xar
Nê ji kerbada tev peqîne .

Şêrzad Zeynelabidin
09/07/2017


   

 

 

3853

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com