|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Nedim Erkis
XELEFÊ MECÎD KOÇA DAWÎ KIR

 

RÊSPIYÊ ME Û ÇINARÊ ME BI XEMGÎN JI NAV ME KOÇ DIKIN!

Apê Xelefê Mecîd, çinarek ji eşîra Bahnimiya bû, di sala 1942 li gundê Mişawilê navça Nisêbînê ji dayik bû.
Piştî wek gelek gundê êzdiyan misilman bi darê zorê ketin gundê wan, ji neçarî malbata wî çûn gundê Palaşû yê, demeke kurt Apê Xelef û malbata wî jiyana xwe li vir beredewam kirin.

Sala 1949/ 50 Xwedê jê razî û malbata wî niştecihî Qûlika bûn. Piranîya zarokatiya xwe li Qûlika derbaskir. Sala 1969 a, apê Xelef bi malbata xwere derbasî gundê Xanika Şêxa bû, wekî her Êzîdîyekî ji bo pirsgirêkên civakî, zilm û zora ser êzdiyan sala 1978 berê xwe da welatê xerîbiyê, Almanya bajarê Giessen,

Apê Xelefê Mecîd, jibo ola xwe û netewa xwe gelekî aktîfbû, tifaqek, hewldanek li kûr hebûya apê Xelef li wûr amadebû. Gelek olparêz û welatparêz bû,li gorî demê rêber, xizmetkar, siyasetmedar, aşîtîxwaz, rewşenbîr û çinarek rêspiyê êzdîxanê bû.

Min Apê Xelefê Mecîd di salê 1990 de naskir. Dema me yekîtiya êzdiya li 1993 de li Almanya damezirand, jibo em şaxekî li bajarê Gissen vekin apê Xelef ji mere rêberî kir. Gelek cara di civîn, cejin, hewldanê olî û netewî de û mêvaniyê taybetde me mamostiya apê Xelef wek şagîrtî perwerde dibûn, şagirtiyê wiyî li Giessen jî mala êzdiyan Giessen wek dibistana olî li Lollar vekirine.!

Ev demek dirêje apê Xelefê Mecîd tendûrîstiya wî ne başbû, roja 14.07.2017'a bi xemgîniyek mezin wefata apê Xelef bihîst. 16.07.2017'a törenek rêzgirtin û xatirxwastin hat çêkirin. Min dixwast heman rêz girtinê de amadebim, mixabin ji ber tendûristiya xwe min nikarbû, ez lêbûhûrîna xwe ji apê Xelef û hêzkiriyê wî dixwazim.

Apê Xelef bavê Dr. Îrfan Ortaç, kû serokê ZÊD'ya û kalikê Hakîm Serhat Ortaç kû serokê GEA ye. Ev herdû rêxistin li Almanya û di nava êzdiyan de ê herî aktîf û bi bandorin! Ez hêvîdarim ev herdû rêzdar wesiyet, armanc, hêvî, tifaq û ala êzdîxanê kû apê Xelef dixwast bildinbive! Hûn van wesiyet û emaneta wî bi layîqî weynin cîhî! 
Roja 18.07.2017'a, li gundê herî dawî Xanika Şêxan jiyana xwe berdewamkiribû ê were veşartin. Bila rahma xwedê li apê Xelefê Mecîd û hemû rêspî û çinarê mebin. Cîyê wan cinet be, serê malbat, dost, heval û hiskiriyê wan saxbe

Oxirbe Apê Xelef
Oxirbe Çinara êzdîxanê
Oxirbe rêspiyê Bahnimiya
Oxirbe rewşebîrê ola xwe
Oxirbe mamostê demê
Oxirbe rêberê M.Ê. Gießen 
Oxirbe bavê Dr.Û Hakima

Dûbare rahma xwedê li apê Xelefê Mecîd be, cîhî wî cinet be, serê malbat, dost û hizkiriyê wî saxbe.

Nedim Erkiş
14.07.2017

 


   

 

 

Nedim Erkis3855

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com