|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Nedim Erkis
WEFATA SABRÎ DÎNÇ ÊZDÎ Û DOSTÊ WAN XEMGÎN KIRIN

Sabrî Dînç ji herêma bişiri'yê li gundê Kelhokê sala 1962 hatiye dinê,ciwaniya xwe li gundê Înap'ê derbaskiriye,

Sala 1978 a,wek gelek êzdiyan berê xwe daye diyaspora welatê Almanya bajarê Emmerich,piştî demeke kin sala 1979 a, di zewice,bavê 8 zaroka ye,

Sabrî Dînç kesek welatparêz û ji terefê civak,gel û êzdiyan've dihat hiskirin.Piştî demek dirêj jiyana xwe li bajarê Kleve berdewam dike,

Ev demeke dirêje kû ji aliyê dilve tendûristiya wî ne başbû,roja 22.07.2017 a,li nexweşxana Bad Oynenhausen berxwedida mixabin.Bi xemgîniyek mezin ji nav me koça dawî kir.

Roja 25.07.2017 a,li Mala Êzdiyan Emmerich sihet 10:00 merasim were çêkirin! Û goristana êzdiyan Kleve sihet 13:00 kû rahmetiyê bavê wî Hesen Dînç jî hatiye weşartin.Ê were weşartin.Rahmetiyê Sabrî li pey xwe dayîka zarokê xwe û 8 zaroka dihêle û xatira ji me dixwaze!

Malbata S.Dînç ser saxiyê li Mala Êzdiyan Emmerich qebûldike,

Emjî bi navê Mala Êzdiyan Emmerich dibêjin bira rahma xwedê lêbe,cîhî wî cinet be,serê malbat,dost û hevalê wî saxbe.

Koordînasiyona Mala Êzdiyan Emmerich

22.07.2017


   

 

 

Nedim Erkis3856

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com