|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Ji bo dîtina her Êzidîyekî wê 800 dolar xelat bê dayîn

 

Ji aliyê RÛDAW 24-07-2017
Heta niha bi vê rêyê 8 kurdên êzidî hatin rizgarkirin
Heta niha bi vê rêyê 8 kurdên êzidî hatin rizgarkirin

Duhok (Rûdaw) – Kurdên Êzidî yên ku endamên Encumena Parêzgeha Neynewayê (Mûsil) ne, biryar dane, her kesê ku li ser cihê jinên kurdên êzidî yên revandî zanyariyekê bide, dê bi milyonek dînar (derdora 800 dolaran) were xelatkirin. Herwiha heta niha bê vê rêyê 8 kes hatine rizgarkirin.

 

 

Piştî ku DAIŞ ji navenda bajarê Mûsilê hate derxistin, tenê di nav hefteyekê de 50 kurdên êzidî li Mûsilê hatin rizgarkirin. Beşek ji wan rizgarkiriyan, bi rêya bangewaziya endamên encumena parêzgehê hatin dîtin.

 

Serokê Fraksiyona Birayetî û Pêkvejiyanê yê li Encumena Parêzgeha Neynewa Seydo Şingalî ji Rûdawê re ragihand, ku ew weke kurdên êzidî, ji bo revandiyan çi ji destê wan tê dikin.

 

Herwiha Seydo Şingalî eşkere kir, beşek ji wan kurdên êzidî ku hatibûn revandin, bi temamî ji nasnavê xwe yê êzidîtiyê hatine dûrxistin, nav û ola wan hatine guhertine û mejiyên wan hatine şûştin.

 

Seydo Şingalî li ser hewildanên xwe yên dawî yên ji bo rizgarkirina kurdên êzidî destnîşan kir: “Em çar endamên êzidî yên li Encumena Parêzgeha Mûsilê, li gel Ofîsa Rizgarkirinê ya ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê di hemahengiyê de ne. Ji bo dîtina xizmên me, em alîkariyên maddî pêşkêş dikin. Niha eger kesekî agahiyek bide me û ew agahiya ku daye, bibe sedema dîtin û rizgarkirina kesek, milyonek dînar (derdora 800 dolaran) em xelat didin.” Şingalî herwiha eşkere kir, ku heta niha 8 kes bi rêyê hatine rizgarkirin.

 

Weke din Seydo Şingalî li ser kesekî ku ji bo rizgarkirina kurdekî êzidî zanyarî daye got: “Welatiyekî ji rojhilatê Mûsilê ku zêdetirî 3 meh in ji destê DAIŞê hatiye rizgarkirin, hate ba me û got 'cîranekî me heye, li cem wî keçeke êzidî ku 7 salî ye heye' piştî lêkolînan derket holê ku rast dibêje û me jî xelat da wî.”

 

Li ser wan kesên ku li mala wan kurdên êzidî hene û aşkere nakin jî Seydo Şingalî diyar kir: “Her kesê ku êzidî li mala wî hebe û aşkere neke, weke ku ew jî DAIŞê ye dê pê re serederî were kirin. Vê yekê jî me ji hêzên ewlehiyê û Encumena Wezîran a Iraqê re ragihandiye.”

 

Seydo Şingalî li ser çarenûsa 200 kurdên êzidî ku di van demên dawî de li Mûsil bi ser malên çekdarên DAIŞê hatine dabeşkirin got: "Me 3 roj berê keçek rizgar kir, wê keçikê ji me re got ku 'em nêzîkî 200 keçên êzidî bûn, em bi hev re bûn, ji ber ku dê artêşê êrişî Mûsila Kevn bikira, em bi ser malên çekdarên DAIŞê hatin dabeşkirin'."

 

Dema ku DAIŞê di Tebaxa 2014an de êrişî Şingalê kir, bi hezaran kurdên êzidî hatin revandin. Heta niha jî çarenûsa 3 hezar kurdên êzidî ne diyar e. Seydo Şingalî li ser wan kurdên êzidî yên ku hêj nehatine rizgarkirin eşkere kir: “Haya me jê heye ku çendîn keç û zarokên me niha di nav kampên awareyên Mûsilê de ne. Lê ew malbatên ku êzidî li cem wan hene, xwe aşkere nakin.”


   

 

 

3859

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com