|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
ROJA REŞ: ŞINGAL – 3/8-2014

 

Di 3. Tebaxa 2014’an de, berîya 3 salan di rojek weke îro de, rêxistina terorîst a DAIŞ’ê êrîşî ser Şingalê kir û Êzîdî di komkûjîyan re derbas kir.

Çima? Ji ber ku bi ola xwe Êzîdî bûn.

Di encama van êrîşên hovane de, bi hezaran Êzîdî qetl kirin û bi hezaran jî keç, jin, zarok, kalemêr û pîrejin weke êsîr ketin destên wan.

Van wahş û hovan jinên bi temen mezin kuştin, destdirêjîya keç û jinan kirin û ew li sûk û bazaran firotin. Zarok misilman kirin, serê wan şuştin û di şer û bûyerên întiharî de ji bo xwe bi kar anîn.

Ma gelo kî dikarê vê wahşêta nedîtî ji bîr bikê? Ma gelo kî kesê wexdî ojdan dikarê bûyera ku DAÎŞê goştê zarokê bi dîya wî da xwarin ji bîr bikê? Kanî însanetî, kanî mirovahî li ku ma?

Heta vê gavê zêdeyî 3500 Êzîdî hatine rizgar kirin, lê hê bi hezaran jî Êzîdî di destên wan xwedênenasan de mayina asê.

Em ferman û komkûjîya hatî serê
Şingalê bi dijwarî şermezar dikin û bihemû cangorîyan bi hurmet bi bîr tînin.

Şingal nayê ji bîr kirin.

 

Em hêvîdarin ku zû dest bi avakirina Şingalê bê kirin û hemi koçberên Êzîdî rojek berî rojekê vegerin ser cih û warên xwe û ferman û jenosîda Şingalê bi fermî bê nas kirin.

 


   

 

 

3860

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com