|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmark: Em Şingalê jî bîr nakin – tu jî Şingalê ji bîr neke û nede ji bîr kirin

Berîya sê salan, di rojek weke îro de, ango di roja 3. Tebaxa 2014’an de, di dema ku xelkê Şingalê hê di xewa kûr û şêrîn de bû, rêxistina terorîst a DAIŞ’ê dest bi êrîşên xwe ên hovane kir û êrîşî Êzîdîyên Şingalê kir.

DAIŞ’ê bi vê êrîşa xwe a hovane karêsat û fermaneke nedîtî anî serê Êzîdîyan. Di çavên wan de Êzîdî kafir û xwedênenas bûn û hemû tiştê ku bi Êzîdîyan bikirina jî ji bo xwe helal didîtin, kuştin, talankirin, jinrevandin û hwd. An wê Êzîdî misilman bibûne, an jî qetla wan di cî de helal bû. Îslamîyên hov bi vî rengî jî dayin û stendin li gel Êzîdîyan kirin.

DAIŞ’ê jenosîdeke mezin anî serê Êzîdîyan û ew di qetlîaman re derbas kir. Çima? Ji ber ku bi ola xwe Êzîdî bûn.

Piştî hatina DAIŞ‘ê bi sedhezaran Êzîdî ji cih û warên xwe koçber bûn, bi dehhezaran bi rojan li serê Cîyayê Shingalê mane asê û bi sedan jî ji ber nan û avê di wê kela kela havînê de jîyana xwe ji dest dan. Zarok bê şîr, bê av man. Dayîkan ji ber nebûna avê xwîna xwe givaştin devê zarokan, xelkê ji nêza pelên daran xwarin.

DAIŞ’ê dixwest koka Êzîdîyan bînê û wan li ser rûyê rdê nehêlê. Çi kirin her jê têr nebûn, li ber çavên dayîk û zarokan bav û bire kuştin û serjê kirin, gelek Êzîdî bi saxî binax kirin. Şeref û namûsa Êzîdîyan kete bin lingan û bi sedan keç û jinên Êzîdîyan hatin revandin û heta roja îro jî li bazaran têne firotin.

Li gel ku heta niha zêdeyî 3500 Êzîdî hatine rizgar kirin jî, lê hê jî bi hezaran di destên wan har û hovan de mayina asê û li benda wê rojê ku ew jî bigihin azadîya xwe.

Eve fermaneke ecêbgirtî bû, karêsateke nedîtî bû. Îro Êzîdî li seranserê Kurdistanê, di welatê xwe de bûne koçber û muhtacî alîkarîyê ne. Herweha bi dehhezaran jî ji Kurdistanê koçber bûn û li dinyayê belav bûn. Gelek ji wan di bahran de xeniqîn û negihan ku jîyanek bi rûmet bijîn. Îro jî li Yûnanîstanê bi hezaran koçberên Êzîdî di kampan de jîyaneke bi rezaletî dijîn.

Li gel ku îro tevaye Şingalê hatîye rizgar kirin jî, lê heta îro jî mixabin hê ew derfet çênebûye ku Êzîdî bi temamî karibin vegerin ser cih û warên xwe. Heta îro jî hê dest bi avakirina Şingalê nehatîye kirin û xelk li bendê ye ku ji bo vegera wan alîkarîyek bingehîn bê dest pê kirin.

Heta niha bi dehan gorên bi kom li Şingalê hatine dîtin û bi ser vê qasê jî de hê Civaka Navdewletî karêsata li Şingalê weke Jenosîda li dijî Êzîdîya nas nekirîye. Eve şermeke mezine ji bo mirovatîyê.

Em 3. salvegera karêsata li Şingalê bi hizin û bi hurmet bi bîr tînin, bejna xwe li ber yadê hemi cangorîyan ditewînin û hezar nefretan li kiryar û hovîtîya DAIŞ’ê dibarînin.

Herweha jî hêvîya me ew e ku dest bi avakirina Şingalê bê kirin, herêma Şingalê bi temamî bê aram kirin û ji bo vegera xelkê koçber dest bi parastin û pêwistîyên wan bê kirin.

Em bangî Raya Giştî a Cihanê û tevaye Civaka Kurd û hemû kesên pênwendîdar dikin ku hewl bidin xwe ku Jenosîda Êzîdîyan bi fermî bidin nas kirin û di zûtirîn dem de hemû keç û jinên Êzîdî ên heta niha di destê DAIŞ’ê de mane asê rizgar bikin.

Em Şingalê jî bîr nakin – tu jî Şingalê ji bîr neke û nede ji bîr kirin.

Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmark
03.08.2017


   

 

 

3861

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com