|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Cangorîyên Şingalê li Kopenhagenê hatin bi bîr anîn

 

Roja 05.08.2017, bi amadekarîya Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmark (KKÊD) û Federasyona Komelên Kurd li Danîmark (FKKD), 3. Salvegera Jenosîda li dijî Êzîdîyên Şingalê hat bi bîr anîn.

Bîranînê bi yek deqe rêzgirtin ji bo şehîdên Şingalê û Kurdistanê dest pê kir.

Ji her çar perçên Kurdistanê kurd û rêxistinên kurdî beşdar bûn û cangorîyên Şingalê bi bîr anîn. Her weha Federasyona Komelên Ereb ji Îraqê jî beşdar bû.

Bernameya merasima bîranînê tijî û dewlemend bû. Li ser navê Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmark axaftinên bi kurdî û danîmarkî hatin kirin.

Axaftina bi kurdî ji alîyê Dr. û nivîskar Ezîz Gerdenzerî û a bi danîmarkî jî ji alîyê Yilmaz Yildiz ve hat xwendin.

Herweha Mirza Akar li ser navê Hêzên Sîyasî ên Kurdî, Adnan Axacan (serok) li ser navê Federasyona Komelên Kurd li Danîmark û Federasyona Komelên Erebên ji Îraqê jî axaftin hatin kirin û cangorîyên Şingalê bi bîr anîn.

Ji bilî wê gelek hêzên sîyasî ên kurdî ên wek PDK, PDK-S, PSK, PDK-Bakur, ENKS, PDPKS (Pêşverû), HAK-PAR, PAK, PDK (Rojhilat) û KZK peyam/birûsk pêşkêş kirin.

Hunermendên hêja Fuat Talay, Canberg û Cahit Ece jî beşdarî merasimê bûn û bi mûzîka xwe a bi keser Şingal bi bîr anîn.

Merasima bîranînê bi xwarin û vexwarin, bi axaftin, nîşandana sînevizyonê û helbestan derbas bû.

Rêveberîya merasimê ji alîyê serokê KKÊD Bahzad Shamsany û cîgirê serokê KKÊD û FKKD’ê Yilmaz Yildiz ve bi zimanên kurdî, danîmarkî û erebî hat kirin.

Merasimê di demjimêr 14.00 de dest pê kir û di seat 17.00 de jî bi şêweyekî serkeftî bi dawî hat.

 

 


   

 

 

3863

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com