|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Şingal dibe endama Yekîtiya Şaredariyên Cîhanê ya ji bo Aştiyê

 

Ji aliyê RÛDAW 10.08.2017
Şingal
Şingal

Hewlêr (Rûdaw) – Şaredariya Şingalê dê bibe endama Yekîtiya Şaredariyên Cîhanê ya ji bo Aştiyê.

 

Li bajarê Nagasakî yê welatê Japon du roj berê konferansa Yekîtiya Şaredariyên Cîhanê ya ji bo Aştiyê bi rê ve çû û serokên şaredariyên Hewlêr û Helebceyê û herwiha parlementerê Patiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê li parlementoya Iraqê Sîrwan Sîrînî beşdarî konferansê bûn.

 

Sîrwan Sîrînî ji Rûdawê re diyar kir, ku nûnerên kurdan ên ku beşdarî konferansê bûn, daxwaz kirine ku Şingal jî weke endama yekîtiyê were hilbijartin.

 

Sîrînî aşkere kir, ku rayedarên Yekîtiya Şaredariyên Cîhanê ya ji bo Aştiyê ev daxwaz qebûl kirine û diyar kirine ku, ev xwestek di konferansa dahatû de dê were cîbicîkirin.

 

Di sala 2016an de Şaredariya Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê jî weke endama Yekîtiya Şaredariyên Cîhanê ya ji bo Aştiyê hatibû hilbijartin.

 

Yekîtiya Şaredariyên Cîhanê ya ji bo Aştiyê ji zêdetirî 7 hezar şaredariyan pêk tê û ji şaredariyên Kurdistanê cara yekem Şaredariya Helebceyê û piştî wê jî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bûbûn endam.

 

Navenda Yekîtiya Şaredariyên Cîhanê ya ji bo Aştiyê li bajarê Hîroşîma yê Japon e û du salan carekê konferans li dar dixin.


   

 

 

3864

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com