|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Eskerê Boyîk
Kê destê wan bigre?

Van roja di nav xwendevanê FACEBOOK ê yê êzdî da, huceteke pir germ dimeșe ser rastbûn-nerastbûn, simvol û pîrozayê êzdîtiyê.
Min nedixwest ev axaftina hevkî sert binivîsya. Lê dema mirov guh dide wê hucetê dinhêre pêwîste.
Hûnê min biborînin, ne dema min heye, ne jî hereket ku bersîva xwendevana bidim. 
Zanim ev nivîsa min geleka xweș nayê.

Berê bûye…
Xortekî êzdî li bajarê Tilbîsê dikeve çemê Kurê. Avjenî nizanbiye, ewe avê da bixeniqe. Dike hewar –gazî ku jê xilazkin.
Komek êzdiyê kêfxweș, xwera wur sifre danîne kêf dikin, șeraf û konyaka Gurcistanê veduxun, dewsa herin hewara xort, alîkaryê, jê dipirsin:
-Xorto tu Reșî yî yan Çuxreșî?
Xort dixeniqe, nizane çi cawa wan bide, dema fikirandinê jî nîne, dibêje:
-Hewar, hewar ez Bextreșî me…
Vî halê êzdiya yê bextreș da: Ferman, komkujî, penberî, malwêranî, namûs û șeref erdê mane, bêxweyîtî, birçî-tazî serê rê dirbê cihanê bê cî û sitar … hinek êzdiyê „nû“ rabûne/ew berê qe tunebûn/, xwe kirine pêșîkș, a’lim, tôlog, zimamzan û nizanim çi, qûjeqûj û huceta wan e, pê ketin e hîmê êzdîtiyê dihedimînin, “qesra“ êzdîtiye hildișînin, dixwezin bawarîke nu, dîrokeke nû, nasneme, ziman û rengekî nû êzdiya ra çêkin. Hinek bo bibin „Mîrê nû“, bibin „Pirîzîdêntê Êzdiyê cihanê“, „Sultan Êzdî“, hinek bo pêxemberyê, navê giran, serokê kom, fêdêrasyon û kongrêsan xwe dane bin perê neyarên netewa êzdiyan, serok û partyayê xwe, li nav vê bawarya pîroz e kevnar ketine, dîrokê nizanin dixwezin êzdiya ra dîrokeke nû binivîsin, nasneme û zimanekî nû çêkin. Bi wan kirinê xwe, șikê tînin ser bingeha êzdîtyê, pîrozaya, sond û due‘a, ziyareta, vê bawariyê li ber çavê bawarmendê wê reș dikin, mala êzdiya ya wêran bûyî wêrantir û kambaxtir dikin. 
Dest neyarê netewî yê dizî û așkere, bi alîkarya wan ya madî û menewî hinek „êzdîhiza“ komên êzdiyê dilsax, gêncên xișîm, evdên bawaryê da kêm zane dora xwe civandin e, kirin e hacetê bêtifaqiyê, dutîretyê, bêbawariyê neyartyê.
Ev malwêranî dewya salên heyștêyî Ermenistanê da desr pê bû. Niha welatên Sovêta berê da hesavê êzdiyên qulubî digihîje bi deha hezara, êzdiyê êzdîtî terikandine gundê xwe da dêra çê dikin,.
Hineka Zerdeștî anîn êzdîtyê va zeliqandin. Heta roja îro jî êzdî dikin-nakin jê xilaz nabiin.
Komkujiya Șengalê neyarê êzdîtiyê hê aktîvtir kirin. Birînê civakê yê xetar dijî heyîtya vê civakê didine kêranîn.
Karêrîst, xwefiroș pir bûne. 
Niha „xweyê“ êzdiyên firotî cihanê da zefin… Îran û Bexda… weletên cînar, partiyên netewî, așkere û ditîva…
Tek êzdiya ji netewa wan, bingeha wan, weletê pêșyê wan, çanda wane hezara sala biqetînin. Wî çaxî helandin, qulubandin, tunebûna êzdiyan wê rehet be.
Dewsa alî êzdiyên malwêran bikin, sêwya ra sêwîxana vekin, nan-av û kinc kin bo peyayê xwe ber tiștkî nanihêrin, wanra mecalê dutîretyê çê dikin, mediya xurt ava dikin …TV, malper, rojneme, radyo, komele, fêdêrasyon... Jer û bêbawarî kirine her malekê. Ji wê mediya wan e derewîne dijî kara êzdîtiyê jera bêtifaqiyê dibare.
Hinek oldar jî dewsa rehmê, maqûltyê, helaliyê, xwedênasye wusa agrêsîv bûne agir ji wan dibare.
Kanên oldarê meye șikestî, maqûl, zane ?…
Ew çi ku Îslamê 1400 salî bi fermana, zulmê û xezebê nikaribû bikira,
Ew çi ku 80 salê atêîzma komûnîsta da nebû
vî halê êzdiya yê malwêran da hinek „pêșîkêșê“ êzdiyan dikin.
Bi „ zora mirîdên xwe yê nezan“ nahêlin dengê rastiyê bê bihîstin.
Kirina wan rêya misyonêrê biyanî jî nava civaka êzdiya da xweș dike.
Wusa kirine êzdî bi girsêyî êzdîtyê diterikînin diçin dibin…
Dutîretî, bêtifaqî, neyartî di nav civakê da çiqas diçe xurttir dibe.
Zêrê xwe em paxirê xelkê ra diguherin.
Wa wê kuda here…
Civak gerekê qenc û neqenca naske.
Wekî wusa bû ev dîroka kal bavê me ya bi xûnê nivîsî seva çi bû?
Kê destê wan bigre? 
***
Ol û oldarên dagerkir nehîștine êzdiyatî rind bê ronîkirin. êzdîtîtyê da gelek pirsgirêk çê kirine.
Gelek tiștê tarî hene. Ronayê gelek çira ber perda piropaganda neyara ya derewîn da nayê xanê, gelek zêr-cewahirê êzdîtiyê bi rengên nerind pêçayî ne. Gelek tiștên êzdiyan talan kirin e…
"Êzdîhizê" me dewsa neyarê ola xwe șik bin, xwe șikin.
Xwestina min ewe, bihêlin bira ev tevlihevî hevkî zelal be, civaka birîndar ser xweda bê, pașê…

10.08.2017


   

 

 

Eskerê Boyîk3865

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com