|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Tirkiye zarokê 6 salî ê Êzidî nadê malbata wî

 

Ji aliyê PÊŞEWA BEHLEWΠ11.08.2017
Kurdên êzidî

Duhok (Rûdaw) –  Zarokeke kurd ê êzidî yê bi navê Lazim Qasim Hefdo, ku beriya 3 salan li gundê Koço ya Şengalê ketibû destê çekdarên DAIŞê. Ev 40 roj in Lazim li bajarê Şirnexê yê Başûrê Kurdistanê, li mala bêkesan de ye lê hikûmeta Tirkiyê rê nade bavê wî Lazim bîne Kurdistanê.

 

Lazim Qasim Hefdo zarokekî kurdê êzidî yê 6 salî ye û ji destê DAIŞê hatiye rizgarkirin. Ew niha li li Bakûrê Kurdistanê ye lê hikûmeta Tirkiyê wî radestî bavê wî nake.

 

Piştî ku Qasim Hefdo li Şirnexê kurê xwe himbêz dike, berpirsên hikûmeta Tirkiyê li vî bajarî dibêjin ev ne lawê te ye, lewma Qasim jî dest vala vedigere Kampa Qadiya ya Duhokê.  

 

Bi gotina bavê wî, Lazim zimanê xwe ji bîr kiriye û bi tirkmenî diaxive. Herwiha dema bavê xwe dibîne wî jî nas nake. Lewma niha bav li hêviya pişkinîna xwînê ye da belge hebe ku Lazim lawê wî ye.

 

Qasim Hefdo dibêje: “Jina min û 3 zarokên min ketine destê DAIŞê. Zarokê min hê 3 salî bû DAIŞê ew girt û bir, mejiyê wî şûştine, zimanê xwe ji bîr kiriye, bi tirkî diaxive.”

 

Keça Qasim Hefdo, Sîham di 3 Tebaxa 2014ê de li gundê Koço nebû. Lewma wê ne komkojî dît û ne jî revandina dayik û birayên xwe.

 

Sîham Qasim diyar dike: "Ez her roj li bendê me ku yek ji wan were. Dayika min an jî birayê min. Birayê min ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve hatiye girtin. Wan ji DAIŞê xirabtir li me kirin."

 

Nivîsîngeha Rizgarkirina Kurdên Êzidî niha dûvçûna dosyeya Lazim dike. Bi gotina wan, dê di encama pişkinîna xwînê de diyar bibe ka ew zarok Lazimê kurê Qasim e yan ne. Eger ev yek eşkere bibe dê hikûmeta Tirkiyê zarokê 6 salî dide malbata wî.

 

Rêveberê Nivîsîngeha Rizgarkirina Kurdên Êzidî Îdan Şêx Kalo di vê derbarê de got: “Em li benda pişkînîna xwînê ne. Encama wê dereng ketine û emê hewl bidin da zû bigihin encamekê."

 

Siham û bavê wê Qasim, weke piraniya xelkê Koço li hêviyê ne ku agahiyeke baş derbarê revandiyên xwe de bibîhîsin. Li gorî amaran DAIŞê 6 hezar û 417 kurdên êzidî revandibûn û heta niha ji van 3 hezar û 92 kes hatin rizgarkirin.

 

http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/110820172


   

 

 

3866

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com