|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Qamişlo - Bi sedan xwandekar daketin ser cadeyan

 

Ji aliyê RÛDAW 11.08.2017
 
Xwepêşandana xwandekaran li Qamişlo.

Hewlêr (Rûdaw) - Îro careke din xwendekarên Qamişlo li dijî biryara Rêveberiya Xweser ya girtina peymangehan bi xwepêşindanekê  rabûn.

 

Xwendekar di nava çargoşeya ewlehî (Murebei Emnî) ya bajarê Qamişloyê li pêş komelgeha perwerdeyê xwepêşandan kirin û daxwaz kirin, ku peymangeh werin vekirin.

 

Xwendekar dibêjin, ku hêviya wan ew e, ku Rêveberiya Xweser peymangehan veke, daku ew bikaribin xwendina xwe berdewam bikin.

 

Xwandekarên nerazî herwiha amaje bi wê yekê jî kirin, ku daxistina peymangehan tenê zirarê digihîne wan xwandekaran ku ji malbatên hejar in û rewşa aboriya wan nebaş e û dan xuyakirin, ku ew bi hêvî ne ku cardin derfet were dan, da ku peymangeh dest bi karê xwe yê perwerdehiyê bikin.

 

Mamostayên Qamişloyê jî tekez dikin, ku vekirina peymangehan di berjewendiya xwendekaran de ye.

 

Pêştir jî xwadekaran li bajarê Qamişloyê li dijî biryara daxistina peymangehên taybet xwepêşandan saz kiribûn.

 

Rêveberiya Xweser berî demekê biryara daxistina tevahiya peymangehên taybet dabû.

 

Piştre û çend roj berî niha Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser rê dabû, ku hin peymangeh bo zimanên biyanî werin vekirin, lê merc danîbû, ku nabe di wan peymangehan de bi zimanê Kurdî, Erebî û Aşûrî perwerdehî were dan.

 

http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/1008201711


   

 

 

3868

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com