|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
YPG: Bo kontrolkirina Reqayê 4 mehên din pêwîst e

 

Ji aliyê RÛDAW 11.08.2017
Hêzên Sûriyeya Demokratîk û YPG li ser operasyona Reqayê berdewam in.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk û YPG li ser operasyona Reqayê berdewam in.

Navenda Nûçeyan - Fermandeyekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, ji bo kontolkirina tevahiya bajarê Reqayê wan pêwîstî bi 4 mehan heye.

 

Fermandeyê YPGê, Heval Cebar di hevpeyvînekê de ragihandiye, wan nîvê bajarê Reqayê û bi taybet bajarê kevn ê Reqayê ji destê DAIŞê derxistine û kontrol kirine û ber bi navena bajêr ve pêşve diçin.

 

Heval Cebar diyar kiriye, ku niha çekdarên DAIŞê li nava bajarê Reqayê bi temamî hatine dorpêçkirin û hêzên wan û şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ber bi her du taxên Mensûr û Reşîd pêş ve diçin.

 

Cebar herwiha destnîşan kiriye, ku kontrolkirina bajarê Reqayê tenê girêdayî demê ye.

 

Wî fermandeyê YPGê destnîşan kiriye, ku çekdarên DAIŞê bi rêya xwekuj û nîşangiran, berevaniyê ji xwe dikin, lewma pêywîstiya wan bi 4 mehên din heye, heta ku tevahiya Reqayê were kontrolkirin.

 

Hêzên Sûriyeya Demokratîk, ku YPG hêza sereke ya wê ye, bi piştevaniya firokeyên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya Li Dijî DAIŞê, ji meha Hezîranê ve operasyona kontrolkirina bajarê Reqayê dest pê kirine, ku weke navend û paytexta DAIŞê tê naskirin.


   

 

 

3869

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com