|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Beyar Robarî
Laleş dipirse

 

Laleş dipirse

Hîro Laleş bêtirs e

Ji min û te ew dipirse

Kî jiber komkujiya Şengalê ve berpirse?

Berpirsyarê kuştin û qirkirina haqas kese?

Hîro Laleş bêtirs e

Bilind jê tê deng û his e

Û dibêje:

Ewê pişta xwe da min bê namûs û bi du qurş e

Hîro Laleş bêtirs e

Serbest û azad û girs e

Xelkên wê bi biryar û viyan û mebest e

Û berxwedan û rûmet bo wan her tişt e

Hîro Laleş bêtirs e Ji min û te ew dipirse

Ewê bersîva min neda ew sûcdar û bitirs e

Jiber wê ez haqas xemgîn û bihêrs e .. hêrse.

 

01 - 05 - 2017


   

 

 

Beyar Robarî3870

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com