|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Em cangorîyên Sîba Şêx Xidir û Til Hizêr bi bîr tînin

Îro dîsan rojek reşe ji bo Civaka Êzîdî. Îro dîsan hizin û şîna, Êzîdî dîsan cangorîyên qetlîama Şingalê bibîr tînin.

Di rojek weke îro de, di roja 14.08.2007'an de, terorîstên îslamî li Iraqê bi çend qemyonan êrîş biribûn ser du komelgehên Êzîdîyan ên bi navê Sîba Şêx Xidir û Til Hizêr li herêma Şingalê û xwe bi Êzîdîyan de peqandibûn. Di encama van êrîşên hovane de zêdeyî 500 Êzîdî hatibûn kuştin û zêdeyî 700 kesî jî birîndar bûbûn. Bi sedan zarok bê dê û bav mayibûn û zêdeyî 3000 mal û xanî xerabûbûn.

Di roja 03.08.2014'an de jî dîsan terorîstên DAIŞ'ê êrîş birin ser herêma Şingalê û Êzîdî di komkujîyeke mezin re derbas kirin. Bi hezaran Êzîdî hat kuştin, bi hezaran keç, jin, pîrejin, kalemêr û zarok weke hêsîr ketin destên DAIŞê. Heta niha jî bi hezaran Êzîdî hê di destên DAIŞ'ê de mane asê û DAIŞ heta niha jî keç û jinên Êzîdîyan di sûkên koleyan de ji xwe re difroşin erebên dewlemend û wan weke koleyên sexê bikar tînin.

Em di vê roja reş de, carek din cangorîyên Sîba Şêx Xidir û Til Hizêr û hemû cangorîyên Şingalê bi hurmet bibîr tînin, bejna xwe li ber yadê wan ditewînin û nefretê li karê hovane ê terorîstan dibarînin.

Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmark
14.08.2014


   

 

 

3872

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com