|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Cevdet Tuku
Ҫend bîranîn ser Sokrates û Qazî Mohammed

 

Ez dixwazim ҫend gotina li ser du/dudu kesên navdar li ser Sokrates û Qazi Mohammed binivsînim. Cîhê wan di dîrokê de mezine. Wan kesa bi kesayeta xwe, xwe xistinê dîrokê. Wan di bin hemu mercên rehet u giran bi ideal u doza xwe re dilsoz bun. Dewranê dirêj navbeyna wan herdu kesên-dîrokî de heye, wextê dewrana Sokrates di Antike bu û ê Qazi Mehmed di dema nu de bu.

Le cardin jî wekhevîye wan wekhev hebun: herduya jî karîbun gavê jîan wan kete tahluke xwe xilas bikin li bi berperisîyarî tevgerîyan, bi Ideal u doza xwere hetanî dawî dilsoz man. Tistê bi pê bawer bun, digotin u hedef digirtin, bi qirar bun. Gavê wezîfe ket ser milê şexsê wan bixwe, şêr derketin, bi lehengî li hemberî dijberê xwe sekinîn. Herdu jî bi kujtin cun dilovanîya xwe. Dîrokê jî ev taybetmendîyê wan dît u wan himbêz kir. Wan bi canê xwe, mora xwe, li dema xwe dan u xwe bi xwe xistin dîrokê.

Sokrates

Sokrates B.Z. sala 469 li Attika/ Athen hatîhe dinê u sala 399 hate idamkirin. Kuştina Sokrates bi „qetila hukuk“ te bi navkirin. Hukimdarîyek Demokratîk li Athen hinge ser hukim bû û cardin din jî ev qirar hate danîn.

Sokrates filosof bu, ew diҫu pazarê, meydanê mezin, cîhê ku milet li kom dibu.

Wî bi milet re mikaşe dikir, pirs dikir, wie filosofî li ser Jianek baş, heq u adalete dikir. Sokrates hê di dema xwe de li Athen u li Yunan naskirî bu u navdar bu, Aristophanes di Komödîya xweye „ewr“ de ser wî ҫêkir. Sokrates zede populär bu. Şikilê ku Sokrates filosofi dikir, Platon ew cur bi nivîsî bi kar anî, u cinsek hunerê nu afirand, „Dialog“.Li ҫi berhem u pirtuke wî tunin, pispor di vê bawerîye dene, wî tişt ne nivsandîye.

Em ji pirtuken şagirtin wî, ji Platon, Xenofon, u ji Aristophanes ser vi tişta dizanin. Platon di dialogê xwe de cîhekî navend dide Sokrates, li di vir de jî Filosof u filosofi-historiker debejin, Platon filosofîya xwe bi Sokrates dide gotin. Tu ahlaka filosofîya Sokrates ku di dialogê Platon de tê ziman bi Sokrates historik re tuneye. Niviskar Platone, filosofî, filosofîya Platone - Platonizime. Iro jî, ew curê ku Sokrates ser pirsa legerîn dikir, ku heq û rastîyê deyne holê, di xwebatê zanestî û pisporî didome. Her nivîs û pirtukên ilmî de, pirsek zentral heye, li ser we pirsê berfireh legerin tê kirin.

Sokrates ne ji ber filosofîya xwe di dirokê de cîhek mezin girtîye, wî zêde ji ber di dadgeha xwe de, fikir u bawerîya xwe parast, kete dîrokê. Wî dadagehe de serî netewand, xwe guneh nekir, ji bo were berdan. Wî ji hakimen re got: „unê ji min rastîyê bibihîsin“. „Ew gotinin ku un dixwazin deng were we û ew gotinê ez we pê yekîn bikim, tenê ez jibo ceza nexwim ji min ne kemin, lê gavê ez wisa bikim, hingê ez xwe bê rûmet dikim. Di dadgehêde û di Herbê de, ez û kesen din jî ,dereke ne wisa bikin ku her tiştî bikin, tenê ji bo ku ji mirinê xilas (nemirin) bivin. Di şer de gele cara diar dibe, ku yek canê xwe xilas dike, gavê ҫekên xwe davêje, hevi û reca ji neyarê (şopîner) xwe dike“.( Platon, Apologie Sokrates, 24) Sokrates di dadgehê de dibeje: „ fikra ku min berê digot, niha ez nikarim ji ser xwe bavêjim ji ber ev bela

( dadgehkirin) hatîye serê min “.(Platon, Kriton,5) Bi gotinin min, Sokrates dibeje, Sokrates wisa xeber bide ku ҫewa her tim xeber dida. Sokrates di dadgehêde, civaka Athen dadgeh kir, di eynê de dîyar kir, ku civakek nexweş, nezan û paşdemaye. Wî herba Athen û Sparta anî bîra wan, sala 406 B.Z li behra Ägäi de, di şere ser behrê de, Athen serketinek mezin bi dest xist zora gemîye Sparta bir, zedeyî 75 gemîyê Sparta fetisand. Lê 25 gemîyê Athen jî bi penҫ hezar merov ve ketin bin avê, lê duh şer re bahoz û firtene rabû, ҫi firsed ji Athena re ҫenebû ku kesên xwe xilas bikin û cenazê wan bidin ber hev. Athen di civîna Gel de, cezayê idamê dane 6 strategos (serok-leşeren) xwe. Sokrates endamê komisîyona ji bo cîanîna qirara gel de bû, ew tenê li hember vê neheqîyê derket. Sokrates ji ber vê xwe xiste metirsîyê, Sokrates ji hakima re dibeje, seroken we dixwastin min bigirin û we jî bi qajîn li

pişta wan bûn. Sokrates bûherke din jî tine ziman, gavê desthilata olîgarxî li ser hukim bû, ji Sokrates û ҫar kesen din xestin ku herin welatê Leon, wî kesî bînin Athen ji bo wî îdam bikin. Sokrates vî tistî qebûl nekir. Ew her ҫarê din diҫin Leon bi xap tînin Athen, û rejîma olîgarxî wî îdam dike. Hingê jî Sokrates cardin xwe xwiste metersîyê.

Sokrates ne bi gotin bi emel xwe heqîyê nîşan dike, ispata mezin jî eve. Sokrates dibeje: „Gelek kesê ku ser heqîyê xeber didin, di kirinê xwe de neheqîhê dikin, lê kesê ku heqîyê dike, nikare bive neheq“ (Xenophon Erinnerung an Sokrates 4.4.10). Pythia ku rahîbeyek ya xwedayê Apollon li Delphî bû, gotîye tu kes ji Sokrates zanetir tunehe. Ev gotinin xwede (Apollo) Sokrates matmayî dike û dibe ji re tiştonek. Ew dibeje, ez dizanim ku ez tiştî nizanim. Lê Pythia (xwede ) vira nake, ji min re wextek dirêj nexwuya bû mana vê gotinê. Sokrates dikeve lêpirsîna ve pirsê, diҫe cem merovekî sîyasetvan ku navdare û her kes wî zane nas dike, Sokrates dixwast ceribandin bike cikas ev gotina Apollo raste. Di xeberdan û gengeşîya bi sîyasetvan re, Sokrates pê derdixwe ku ew merov bawer dike ku zaneye, ne ku zaneyê. Miletê Athen ji bawer dike ku ew zanye, ne ku ew ji dil zaneye. Sokrates ispat dike, sîyasetvan ji wî nezantir re, gavê ji cem wî diҫe, ji xwe re dibeje, ez dizanim ku ez ne zana me, lê ez ji vî merovî zanatirim. Sokrates diҫe cem şahîrekî navdar, ew jî wek siyasetvan derdikeve, Sokrates duhre diҫe cem sinhetkarekî baş, ew jî wek wanê din derdikeve, ne zaneye, bawer dike ku zaneye. Sokrates di eynê de nezanetîya civaka Athina datîne ber wan. Wan di şermê de difetisîne. Sokrates dibejê,ji ber vê yekê ji min aciz bûn, kîn û neyartîya min dikirin. Sokrates ji hakima re dibeje, heger hûn bejin Sokrates, em vê carê te berdin, lê bi şertekî, tu yê dev fîlosofî û legerînê berdî, heger êla îspat bive tu berdawam dikî, hingê tuyê cezayê mirinê bigrîyî. Sokrates dibejê, hingê cewaba minê ê ji were ev be, hetanî nefesa min bigire û ez karîbim, ez tucar dev ji filosofî bikim, bernadim. (Platon, Apologie Sokrates 17) Li Athen hingê demokrasî û azadî hebû, Sokrates rolekî muhalefet ne di warê sîyasî de lê di warê moral, civakî û ilmî de dileyîst. Ew rexne bû ji civak û establishment re. Sokrates dibeje:“ ezê ji her wîjdanê meroven Athen re xeber bidim, ezê bejim, un hemwelatîyê bajareki navdarin ku bi cand û bi deshilata xwe ve mezine. Un şerm nakin, un hetanî karîbin ûn kar ji bo gelek pere û rûmetê bistînin dikin, lê êla ji bo akîl û rastîyê û ji bo rihekî baş un tistî nakin“(eynî jor).

Sokrates di dadgehêde de ji ber ku ciwan xistîye rîha xirab û ji ber Asebî ( Xwedê nenasîyê) dihate tewanbarkirin. Ev her du xal di dadgehê ispat bûn ku ne rastin. ji xeynê ve jî tu kes ji ber van xala peşîya hingê ve hîҫ nehatibû îdamkirin. Cezayê mezin ji bo Asebî, Sofîst Protagoras girtibû, ew ji Athen hatibû sirgunkirin. Lê dadgeh û Athen xwestin Sokrates bê deng bikin. Ҫend sal duh idamkirina Sokrates, Athen xeta xwe ser rastkirin, Sokrates rehabîlîte kirin, Heykilê Sokrates li Athen avakirin.

Qazi Mohammed

Di herba cihanê ye diduya de, sala 1941 de dewleta Sowjete bakurê Iranê işkal kir û Britanîya di eynî wext de başûrê Iranê îşkal kir. Şahê Iranê xêrxwazîya Hitler dikir.Wan her du dewleta ditirsîyan ku Petrola Iranê bikeve destê rejîma Nazîya. Ji xeynê vê, bakûrê Iranê ji bo Sowjetê cîhek Stratejîk bû, di bakûr de hemû tiştê logistik û ҫek ji dewleteten din wek Emerika û ji Inglis karîbun bigîhîjin Sowjetê. Iran hate perҫekirin, paytext Teheran jî kete desten her du dewleta. Şah istifa kir, di şûna wî de kurê wî Mohamed Reza bû Şah. Lê hukumeta Merkezî ya Şah ketibû bin kontrol û hima her du dewleta. Di herba diduya de, cara ewilî serokê dewleta Emerîka Roosevelt, serokê dewleta Britanîya Churchill û serokê dewleta Sowjetê Stalin sala 1943 li Taharan bi hevre Konferenzek ҫêkirin. Neqşa dûh Herbê re dîyar kirin. Yek ji qirara wan ev bû kû duh herbê re, divê Sowjet û Inglîs leşkeren xwe ji Iranê vekişînin û ji yekîtiya ax û dewleta Iranê re rêz were girtin. Duh herbê Inglis ji alê xwe ve ev qirar bi cîh anîn û eskeren xwe ji Iranê vekişandin. Lê Sowjet eskeren xwe venekişand, bakurê Iranê berdewam di bin hima wan de ma. Sowjetê ji bo berjewendîyê xwe, piştgirtî da Kurda û Aserîya, bi qewet û bi pêşengîha Sowjetê li bakûrê Iranê, Komara Aserbeycan û

Komara Mahabad hate avakirin. Komara Mahabad 1946 hate damirazandin û Qazî bû Serok- Komar. Mele Mustefa bi cend hezar Peşmerga ve ji Irakê derbasî Iranê bû, ji bo pişgirtî û muhafza Komara Mahabade , û bû wezîrê parastinê. Dora salekê emrê komara Mahabad te ajotin. Di vî wextî de sazî û degehê Netewî avabûn. Dewleta Kurdî hebû, û ber xurtbûn û mezinbûne ve diҫu. Hukumeta zentral hewl dan kû eskerên Sowjetê ji îranê derkevin, lê Stalin hemû daxazin wan red kir. Iranê nerazîbûnê xwe gihandin Amerîka û yekîtiya dewleten yekbûyî. Amerika hîҫ nedixwast ku petrola Iranê bikeve destê Sowjetê û wan birî da Sowjetê ku eskeren xwe derxînin. Iranê jî bo Sowjet eskeren xwe derxine bi wan re Peymanek imze kir, ku nîvê petrola xwe bidin Sowjetê. Sowjetê newma jî rabû eskeren xwe ji Iranê vekişand. Duhre ew Peyman ji alê Parlementoya Iranê ve nehat qebûl kirin. Gavê Sowjet ji Iranê derket,

Hukumetê bi hemû heza xweye leskerî ve ҫu ser Kurdistanê. Hemû berxwdana peşmerga di bin serokatîya Mele Mustefa Berzanî de tirê nekir ku ordîya Iranê bisekinînin. Qazî Mohammed karîbû xwe xilas bike, û here dewletek din, lê Qazî Mohmmed xwe xiste mertal ji miletê Mehabad re. Ew bi Bersipiyarî tevgerîya, ji ordîya Iranê re li ser dîk sekinî, got bela xwe ji miletê belangaz vekin, heasab ji min bixwazin, ez bûm ê ku Komara Mahabad ilan kir. Qazi xwe fida kir ji bo Ordîya Irane komkujîyê mezin neyne ser miletê Kurd. Qazî û hevalê wî dewleta Iranê daliqand. Qazî bi cesaret û bi qirar bû, merovekî karizmatîk bû. Ew bi milet û bi doza xwe re dilsoz û rast bû. Wi got bira ez şehîd bivim û ne bi hezara miletê min werin qetilkirin, wî xwe fida kir ji bo miletê xwe. Miletê Kurd û dirokê ev xweseyten wî dîtin û wî hembêz kirin. Miletê Kurd bi Qazî Mohamed kurekî xweyî mezin winda kir. Lê di Komara Mahabadê de bavekî mezin ji miletê Kurd re ҫêbû, Mele Mustefa Barzani. Ҫewa Kemal Atatürk di şerê ҫenekale de meşur û navdar bû û newma karîbû duhre rolekî mezin û serokatîya tevgera azadîya tirka de bileyze. Wisa Mele Mustefa Barzanî jî bi tekoşîna xwe ya Mehabad ve, di nav miletê kurd de meşur û navdar bû. Û karîbû pêşengîha Şoreşa başûrê Kurdistan bike. Ev destkevtinin mezin ku li başurê Kurdistanê îro hene û îro ber serxwebûne ve diҫe bi şoreşa Mele Mustefa Barzanî ve girêdaye, û şoreşen Mele Mustefa nemumkun bû, bê tekoşîna wîye li Komara Mahabade.

Cevdet Tuku

 

Dadgehe sokrates

Sokrates sala 399 p.Z de hat dadehkirin

Îro hêjî du 2400 Sal du kuştina wî ev pirs te kirin dema wî de

Ji alê dijber u hevalbendê ^wi ve, cima dewletê cizayê mirinê daye u pêkanî.

 


   

 

 

Cevdet Tuku3875

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com