|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Festîvala piştgirîya referandûma serxwebûna Kurdistanê li Kölnê bi coşek mezin û bi beşdarîya bi dehhezaran kesan derbas bû

Di roja 26.08.2017’an de, li bajarê Kölnê li Almanya festîvalek mezin ji bo piştgirîya referandûma serxwebûna Kurdistanê hat li dar xistin.

Bi dehhezaran Kurd û Kurdistanî û dostên gelê kurd ji tevaye Almanya û ji welatên cûr be cûr ên Ewropa beşdarî festîvalê bûn û di bin Ala Kurdistanê de bi dengekî bilind piştgirîya xwe ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê dîyar kirin.

Gelek hûnermendên kurd ên navdar jî bi deng û awazên xwe ên cûr be cûr beşdarî festîvalê bûn û piştgirî kirin.

Wek ku tê zanîn wê di roja 25.09.2017’an de referandûma ji bo serxwebûna Kurdistanê li Başûrê Kurdistan çêbibê. Hemû herêmên kurdî ên ku bi madeya 140 ve girêdayî bûn - wek mînak, Şingal, Kerkûk, Celewle , Mendelî û Xaneqîn û hwd. -  jî biryar dane ku beşdarî referandûmê bibin. 


   

 

 

3876

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com