|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Nedim Erkis
ME MAHMUD KEZER BI TIRAJIDIYEK MEZIN HINDAKIR!

 

Mahmud Kezer di nava civaka êzdîxanê de ciyek xweyî gelek girîng û tayebet hebû, kesayetek welatparêz pêşeng, navdar û mînakek dîrokî bû.

Mahmud Kezer ji Eşîra Reşî'ya rêspiyêk ji mala Kalo, kurê Hizini'yê Kolos û biraziyê Heso'yê Kolos bû,di dîroka malbata Mahmud Kezer de gelek tirajediyê negatîf û mînakê poztîf navdariya êzdîxanê,pêşengî,parastina êzdiyan û mêrxasî pêk hatine!

Heso'yê Kolos ji terefê xêrnexwazave bi tirajediyek mezinve hat şewtandin. Birahîm Sebri'yê Kolos li eskeriya turkiyê bi bûyerek wûsa tirajedik me wî hindakir. Evdilê Himîdê Kolos di ciwaniya xwede çû ser dilovaniya xwe. Herî dawî li diyaspora hevala xweye jiyanê Gewrê Kezer'a dilovan û kurê Apê xwe Deniz Erkîş'ê ciwan bi xemgînî hindadike, lê Mixabin Mahmud Kezer ji terefê kezeba xweve bi din û harve me wî hindakir!

Apê Mahmud Kezer, Hesenê Kalo, Hiseyîn Kalo, Evdoyê Silêman, Fêkiyê Kalo, Eminê Avdo, Osmanê Xemê, Mihemed Hiseyîn, Fermezê Hiseyîn û Silêmanê Fêkî ciyekî xweyî pêşengî, navdar, mînaka tifaqa êzdîxanê de ciyekî bi rûmet hebû. Mahmud Kezer jî li gorî demê li gorî bir û baweriyê êzdîxanê û welatparêzî temsîla bapîr, kalik, bav, Ap û malbata xwe dikir! Malbata Mahmud Kezer di nava 366 gundê êzdiyan ê xaltaniyê de mora xwe li gundê Dawdiyê, Şêxunis, Teliba Evdo, Hecrê, Qorixê û Kelhokê dane!

Mahmud Kezer ji herêma reşkota bû,heta derbasî diyaspora dibe,li gundê girêdayî bişêriyê jiyandike. Dinava eşîra xwe reşkota de û hemû êşîrê heremê de û civakê de gelek tê hizkirin.Mahmud Kezer bi welat,civak û ola xweve gelek girdayî bû! Mahmud Kezer xwe bi civak û gelê xwe wek hiskirî,rêspî,aşîtî xawaz û welatparêz dabû qebûlkirin. Mixabin, civak gel û hizkiriyê Mahmud Kezer vê tirajediyan qewimiye qebûl û tamulnekin jî, Mixabin me wî hindakirye!

Em wek malbata Mahmud Kezer, banga xwe li gelê xwe, civaka, êzdîxanê, hemû saziyê êzdiyan, rêxistinê welatparêz, hiskiriyê M.K. dikin. Em tifaqa xwe çêbikin. Ji van bûyerê tirajedîk dersa derînin! Ne hegena emê gelek Mahmuda hindabikin!...

MAHMUD KEZER KÎ BÛ?

Mahmud Kezer, sala 1952 de li gundê Hecrê tê cîhanê, zorakatiya xwe, ciwaniya xwe û piraniya emrê xwe heta derdikive diyaspora li vî gundî derbas dike.

Di sala 1972 de bi Gewra Çeto re jiyana xwe berdawam dike, sala 1994 de ji ber gelek sebêbên zanîn wek hemû êzdiyan Mahmud jî derbasî Almanya bajarê Hannover Lehrtê dibe.

Di 2004 de dayîka 9 zarokê xwe Gewre'ya dilovan bi xemgîniyek mezin hindadike. Mahmud Kezer weke êzdiyê dilsoz, kurdê resen xebata xweyî civakî welatparêzî xweyî derdikeve, wek mamostakî civaknas, welatprêzekî girabiha, tifaq, aştî,hewldan, li kijan paytexta Avrupa buna,li wur amedebû.

Mahmud Kezer di dilê civak, dost, heval û malbata xwede bi rengekî hizkirî û bi rumet çêkiribû. Girdayî welatê xwebû, jibo wekîlê civaka wî ramanê jê hizdikir bi serbikeve ge li Ankara bû,li Amedê û Batmanê bû,li hember kêmasî û bê tifaqiyê nav civakê bûyerê tirajedîk her tim aktîf bû û civak hişyar dikir!

Roja 20.08.2017 a,bûyerek tirajedîk,civak tamûl neke û bawernake,zamanekî bê wext,hemû êzdîxan,gel,dost,heval û malbata Mahmut Kezer dinava şokek mezînde bi koça wî bixwazin. Ne xwazin jî hisiyan!

Roja 22.08.207 a,merasimek olî ji terefê bi hezara heval,dost,gel,welatparêz û malbate ve li mala êzdiyan Celle ve hat çêkirin.

Roja 24.08.2017 a,Jibo li gundê xwe Hecrê li gorîstana kû bav,dayik,ap,dayîka zarokê wî,kur ap,bi deha ezdî û navdarê êzdiyan lê hatine veşartin.Li ser wesiyeta Mahmud Kezer ê bive mêvanê bûhûştiya.

Oxirbe rêberê me
Oxirbe êzdiyê xalis û mûklûs
Oxirbe weltparêzê hêja
Oxirbe hiskiriyê rêberê xwe
Oxirbe civaknasê me
Oxirbe lehengê bê nav
Oxirbe Hesen û Heso'yê hemdem
Oxirbe rûmeta Reşiyan

Em te qet jibîr nakin. Her tim tê di dilê medebî!

Malbat ser saxiyê li mala êzdiyan Celle qebûldike.

Em ji hemû civak, dost, heval, gel, rêxistin, ragahandin û hemû kesê alikarî,êşa me parvekiriye, zahmetî dîtiye, spasiyê xwe diyardikin.

Bi navê malbatê
Ihsan Kezer û Nedim Erkiş
23.08.2017


   

 

 

Nedim Erkis3878

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com