|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Nedim Erkis
MAHMUD KEZER XATİRÊ BÊ VEGER JI ME XWASTIN.

Roja 24.08.2017 a,li gorstana Hecrê Mahmud Kezer ê kû me wî demeke zu,bê wext,qederek tirajedîk de hundakiribû,li axa pîroz teslîmî Bav,Dê , hevala wiye jiyanê û hemû hizkiriyê wî kir.

Bi merasimek olî,bi tevlîbûna wekîla HDP ya Amedê Feleknas Uca,Ali Atalan ê Mêrdînê,şaradarê Bişiriyê Mustafa Öztürk"Serokê DBP ê Qubinê Îbrahîm Ağar,ji navdarê Hecrê Sayim Ekinci,hemû êzdiyên herêmê,bi seda dost,heval,hogir,hiskirî û berketiyê Mahmud Kezer amadebûn,

Waliyê Batmanê Ahmet Deniz jî hotêla heyeta bi cenazere çûbû ziyaretkir.Ser saxî xwast.Ji nişte ciyê Hecrê Osman Ekinci ji walî daxwaz kir.Kû riya mezelê Hecrê were çêkirin.Walî jî daxwaziya O.E keytkir!

Sersaxiyê li hotela Mezopotamiya berdewamkir.şaredarê Îsyasunê Osman Karabulut" Reysê êşîra reşkota Sahid Karabulut û bi deha kesayeta heyeta bi cenazere çûbûn ziyaret kirin.

Kû çawa di dîrokêde serpihatiya Eskenderê Çar Qurne, ji terfê dayika wîve hatiye qebûlkirin.! Di Qewilê meyî pîroz dejî tê gotin.Dema Însan di Xuliqe Qedera wî/ Wê ser Eniya wî tê nivisandin.!

Emjî wek malbata Mahmud Kezer,heval,hogir,dost û hiskiriyê wî em bixwazin,ne xwazin vê qedera tirajedîk.Bawerbikin.Tamûlbikin.

Wek Birayê Mahmud Kezer,Galib Kezer mêvanê xwe silavkir.Got we şeref da me,Mahmud di dilê medeye,ticarî ji dilë me dernayê!

Emjî wek malbata Mahmud Kezer,heval,hogir,rê heval,hisikirî û dostê wî dibêjin.Ala te bilind kiriye emê biparêzin.Baweriya te daye emê qewîtirbikin.Hizkirina te çêkiriye mestirbikin.Jibo tirajediyê xiraptir.Çinebin.Emê hewl bidin.Dersa derxin.! Emê bi hemû hizkirin.Bawerî,bi şexsiyeta teye dîrokî ,layîqî ol,netewa xwe bin.

Hemû kesê êşa me par vekiriye,ked daye,em spasdarî û minetdariya xwe bi rêzdarî diyarî wan dikin.

Banga min ji hemû rêxistinê.Êzdîxanê re!
Jibo pêşiya ferman û tirajediyan were girtin!

Ez çum dîvana îlahî
Min li wur dît xweşî û şahî
Serê her tiştî tifaq û tevayî

Îshan Kezer û Nedîm Erkis
25.08.2017


   

 

 

Nedim Erkis3879

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com