|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Wezareta Pêşmerge: 130 çekdarên DAIŞê hatine kuştin

 

Ji aliyê RÛDAW 29-08-2017
Tilefer
Tilefer

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandariya Giştî ya Hêzên Pêşmerge ragihand, ku di heyama 72 demjimêrên derbasbûyî de li sînorê Tileferê 130 çekdarên DAIŞê ji aliyê pêşmergeyan ve hatine kuştin.

 

Fermandariya Giştî ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê derbarê rewşa Tilefer û nahyeya Avgenî (Eyaziye) de daxuyaniyek weşand û ragihand: “Piştî ku terorîstên DAIŞê li Tilefer û Avgeniyê anku Eyaziyeyê rastê şkestê hatin, hewldan bi riyên dinderbasî Sûriyê bibin. Lê amadekariyên temam ên pêşmergeyan hebûn û rê nedan ew xwe xilas bikin.”

 

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin, ku çekdarên DAIŞê li bakûrê Tileferê û nahyeya Evgenî ketine kemînên Hêzên Pêşmerge û wiha gotin:

 

“Di 72 demjimêrên derbasbûyî de laşê 130 terorîstan ketiye destê pêşmergeyên Kurdistanê. Lêgerîn û pişkînîna li dûv terorîstan berdewam dike.”

 

Hêjayê gotinê ye, ku di çend rojên derbasbûyî de li heman herêmê bi sedan malbatên DAIŞiyan xwe radestê Hêzên Pêşmerge kirine. 


   

 

 

3880

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com