|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Kerkûkê derbarê giştpirsiyê de biryara xwe da!

 

Ji aliyê RÛDAW 29.08.2017
 
 

Kerkûk (Rûdaw) – Civata Parêzgeha Kerkûkê bi piraniya dengan biryar da, ku li nava sînorên parêzgeha Kerkûkê giştpirsiya Başûrê Kurdistanê were kirin.

Peyamnêrê Rûdawê Hîwa Husamedîn ragihand: “Bi 24 dengên endamên civata parêzgehê, deng ji bo beşdarbûna giştpirsiya Başûrê Kurdistanê dan. Civata Parêzgeha Kerkûkê dê daxwaz ji Komîsyona Bilind a Hilbijartinan bike da ku li Kerkûkê amadekariyên pêvajoya giştpirsiyê were kirin.”

Peyamnêrê me da zanîn, ku di civîna îro de tenê 2 endamên civata parêzgehê deng nedane û ew jî endamên serbixwe bûne û herwiha fraksiyona Bereya Tirkmenî li gel Kombûna Erebî rûniştin boykot kirine.

 

Vîdeo: http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/290820176


   

 

 

3881

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com