|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Me îro bi xemgînîyeke mezin xizmetkarekî Ola Êzîdayetîyê û endamê Rêveberîya Mala Êzîdîyan li Oldenburgê, Kazim Oba, hunda kir

 

Îro xebereke nexweş gihişte me. Xebera kirasguhestina xizmetkarê Ola Êzîdayetîyê Kazim Oba ji bajarê Oldenburga Almanya.

Kazim Oba kurê Hasanê Mûro ji heşîra Bahnimîya, ji gundê Qulika, ji Nisêbîna navça Mêrdînê bû. Rahmetîyê Kazim li gundê Qulika ji dayîk bû û zaroktîya xwe jî her li gund derbas kir.

Di destpêka salên 1980’an de, gava li welêt şer û bihevçûnan di navbera gêrîlayên PKK’ê û dewleta Tirkîyê de destpê kir, malbata rahmetîyê Kazim Oba jî wek bi dehhezaran Êzîdîyên li Bakurê Kurdistanê ji ber zilm û zora Dewleta Tirkîyê mecbûr dibê ku koçî welatê Almanya bikê û li bajarê Oldenburgê bi cih dibin.

Di dema ku Mala Êzîdîyan li Oldenburgê hat ava kirin, rahmetîyê Kazim jî li gel birayê xwe ê mezin Şahap Dağ, ku serokê Mala Êzîdîyan Oldenburgê ye, û tevaye malbatê cihê xwe di nav Mala Êzîdîyan li Oldenburgê de digrê û dibê endam. Bi salan û heta ku çû ser dilovanîya xwe jî rahmetîyê Kazim her endamê Rêveberîya Mala Êzîdîyan li Oldenburgê bû û kesayetekî gelek fêdekar û çalak bû.

Di nava demê de bi fêdekarîyeke mezin kar û xebat kir û xizmetên mezin ji bo Ola Êzîdayetîyê pêk anîn.

Rahmetîyê Kazim bi ola xwe û netewa xwe ve gelekî girêdayî bû û bûbû nîmûneyek balkêş ji bo gelek mirovan.

Çend caran nivîsên rahmetî ên li ser erf û adet û cejnên Êzîdîyan di malpêra me de hatin weşandin.

Li gor agahdarîyên gihiştine destê me, rahmetîyê Kazim îro (29.08.2017) ji nişkê ve, piştî gelek krîzan, emrê Xwedê kirîye.

Em wek malpêra Bahzanî.net/kurdî bi kirasguhestina rahmetîyê Kazim Oba gelekî xemgîn bûn. Di serî de sersaxîyê ji Birêz Şahap Dağ, ji Mala Êzîdîyan Oldenburgê û ji tevaye malbat û kes û karên rahmetî re dixwazin.

Em pirr xemgînin, ji ber ku rahmetî di temenekî hê gelekî gênc de (47 salî) û di demeke ku hê gelek kar û xebatên ji bo Êzîdayetîyê li pêşîya wî bûn koça dawî kir.

Rahmetîyê Kazim Oba di eynî wextî de pismamê/kurmamê redaktorê malpêra me, rêzdar Yilmaz Yildiz bû. Em di eynî wextî de serxweşîyê li kekê Yilmaz jî dikin û dibêjin hezar rahma Xwedê lê bê û cihê wî biheşt bê.

Şîna rahmetîyê Kazim li Mala Êzîdîyan Oldenburgê li vê navnîşana li jêr hatîye danîn:

Eidechsen str. 19, 26133 Oldenburg

 

Bahzani.net/kurdî

29.08.2017

 

Eve jî hevpeyvîna Birêz Kemal Tolan a li gel rahmetîyê Kazim Oba ye.

https://www.facebook.com/roniwelat/posts/1586978421323570?notif_t=like&notif_id=1504008286242486


   

 

 

3882

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com