|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Eskerê Boyîk
Ji bo bîranîna hevalê me Kazim Oba1971-2017



Gelekî giran û xmgînîke pir bi êș e ku îro hevalekî meyî herî hizkirî, xemxur û endemê Mala êzdiyan ya bajarê Oldenburgê, yek ji endemê Navenda Lêkolînên Êzdînasyê Kazimê Hesen Oba li rex me nîne. Nexweșiya nișkêva ya bêwa, di nava demeke kin da destê me ji hev qetand. Fikira kesî ra derbas nedibû ku hevalê meyî hizkirî ku wa ecele wê xatir ji me bixweze.


Kazim roja 1 ê meha yanvarê sala 1971 ê, gundê Qulika, qeza Nisêbînê Kurdistana Bakûr, malbeteke di nava Êzdiya da bi nav û deng mala Hesen Oba da ji dayik bûye.


Berê-berê, di pêșya da, ev malbet malmezineke êșîra Bahnimniya ne. Bahnimniya dikeviin nava êla Chêlka , welatê Torê, ku heta niha jî wan ra gotin e êla Pol pașa. Dîroka êzdityê da vê êlê navê xwe bi herfê mezin nivîsîne.

Bavê wî kekê Hesen Oba maqûl û weletparêzekî civaka êzdiyên Almanyayê ye. Bi însyatîv û alîkarya malbeta wan tevî komek êzdiyên welatparêz û bawarya xweva girêdayî sala 1999 a li bajarê Oldênbûrgê MALA ÊZDIYA didine damezirandin û avayê Malê ava dikin. Heta sala 2012 a kekê Hesen endemê komîtêya malê ya rêvabir bû, niha jî shêwrdarê malê ye. Pey bavê ra, wek endam, aktîvîst karê bavê bi cûrekî xemxurî, zanyarî, çalak lawê wî kekê Kazim berdewan kir.


Zarotiya Kazimê biçûk di nav çiya û baniyê welatê wî da derbaz bûn. Bo wê jî xeysetê wî wek kanyê çiyayê Torê zelal û paqij bû. Hevalhiz û gelekî rastgo bû. Derew, qelpî nizan bû. Çiqas karibê alî hevala dikir. Kê ew nas dikir ji bo xeysetê wî dixwest jêra hevaltiyê bike.


Zû dayka xwe /1982/ unda kiribû. Bi axîn û hêsir dayka xwe ji bîr tanî.
Kazim Oba xwendina xwe ya ewlin li gundê xwe da distîne.


Sala 1985 tevî malbetê desguhestî Almanyayê dibe. Malbet bajarê Rashtêtê da bingeha xwe datînin. Kazim xwendina xweye navîn li Almanyayê distîne pashê nava karê têxnîkî da kûr dibe, digihîje navê mastêrya îndûstryêye bilind.


Ew heta roja xweye dewî wî karî da dixebitê. Li ciyê kar saya zanebûnê piralî, xeysetê paqij, milahîm, bêqelpiyê, hevalhizyê dibe xweyê qedir û hurmeteke mezin, him ji alyê serokatya ciyê kar, him jî alyê xebatçya da tê hizkirin.


Kekê kazim xweyê malbeteke gelekî delal e. Dû law û se kechê wî û xûșka Xalîsê hene. Lawê mezin Erefat zewicandiye.
Malbeta wan giran û berbichav e : pênc bira û șeș xûșkin. 


Ew êzdîtyê, ola kal-bavê xwe, bawarya civaka xwe va girêdayî bû. Karekî pir hêja û mezin di alayê êzdîtiyê û zanyarya êzdînasyê di Navenda Lêkolînên Êzdînasyê da dikir. Ew heta despêka sala 2017 a endemê komîtêya rêvabir ya Shêwrdarya Êzdiyên Almaniyayê bû. 


Bi spîkêryê wî ê’yd, sêmînar û Konfêransê Mala Êzdiyan u Navendê bi rêk û pêkî derbas dikir. Ew di nav komîtêya zanyarî ya Navenda Lêkolînên Êzdînasyê da bû, nava rêdaksyona weșanê kovara Êzdînas û malpera Dengê Êzdiya da ciyê xwe digirt, gotarên wî yê zanyaryê pirtûkên lêkolînên Navendê da hatine weșandin.


Em wek Navenda Lêkolînên Êzdînasyê sarxweshyê didine malbeta Oba, Serokê Mala Êzdiyan kekê Șahap Dag bo wefeta ji alyê me teva da hizkirî Kazim Oba.
Bila rehma Xwedê kekê Kazim be.


Bila ciyê wî buhusht be.
Bila serê malbetê, heval-hoger, dost û xêrxweza saxbe.

Eskerê Boyîk, Serokê Navenda Lêkolînên Êzdînasiye

29.08.2017
Oldenburg


   

 

 

Eskerê Boyîk3883

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com