|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Festîvala piştgirîya referandûma serxwebûna Kurdistanê li Kopenhagenê bi coşek mezin hat li dar xistin

 

Bi amadekarîya Komîta Piştgirîya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, ku ji alîyê Platforma Hêzên Sîyasî ên Kurd li Danîmark û Federasyona Komelên Kurd li Danîmark (FKKD) pêk hatibû

03 Eylül 2017 Pazar 14:56
 
 
 
 
 

Bi amadekarîya Komîta Piştgirîya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, ku ji alîyê Platforma Hêzên Sîyasî ên Kurd li Danîmark û Federasyona Komelên Kurd li Danîmark (FKKD) pêk hatibû, duh (02.09.2017) li navenda Şaredarîya Bajarê Mezin a Kopenhagenê "Rådhuspladsen" festîvalek bi girseyek mezin di nav coş û şahîyeke mezin de, bi axaftin û mûzîk û dîlana kurdî hat li dar xistin.

 

Bi sedan kurdên ji her çar beşên Kurdistanê bi cil û bergên kurdî di bin Ala Kurdistanê de li cihê festîvalê li hev kom bûn û bi yek dengî û bi dengekî bilind gotin ERÊ ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê, piştgirîya xwe dîyar kirin û ji civaka navnetewî re jî dan nîşandan ku êdî dem hatîye ku kurd jî wek hemû netewên li cihanê bibin xwedî dewlet û jîyanek bi rûmet bimeşînin.

 

Piştî bi xêrhatina zêdeyî hezar beşdarvanan, bernameya festîvalê bi sirûda “Ey Reqîb” dest pê kir. Piştre jî li ser navê Komîta Piştgirîya Referandûmê axaftina kurdî (zaravayê soranî) ji alîyê Mamoste Mohamed û axaftina danîmarkî jî ji alîyê Zana ve hatin xwendin. Dûv re jî parlamenterên danîmarkî  axaftin kirin.

 

Dostê qedîm ê gelê kurd û Kurdistanê, Holger K. Nielsen ji partîya Sosyalîst a Gel (SF), ku bi xwe Kevnewezîrê Derve ê Danîmark û Kevneserokê SF’ê jî ye, di festîvalê de axaftinek bedew kir û piştgirîya xwe ji bo bidestxistina mafên gelê kurd û referandûma serxwebûnê destnîşan nîşan da.

 

Herwekî din parlamenter Lars Aslan Rasmussen ji Partîya Sosyaldemokrat, ku bavê wî bi xwe kurdekî ji Anatolîya Navîn e, û nûnerek jin jî bi navê Cheanne Nielsen li ser navê Partîya Gel a Danîmark (DF) axaftin pêşkêş kirin, bahsa zor û zahmetîyên hatîn serê gelê kurd kirin û piştgirîya xwe ji bo referandûmê dîyar kirin.

 

Serdal Benli, cigîrê serokşaredarê bajarokê Gladsaxê û berendamê parlamento ji Partîya Sosyalîst a Gel (SF) jî, ji ber civîneke partîya xwe nikarîbû beşdar bibê, lê peyamek şandibû festîvalê. Serdal Benli di peyama xwe de bahsa zilm û zora li dijî gelê kurd kir û anî ziman ku referendum mafekî xwezayî ê gelê kurd e û ew bê şert û şirût piştgirîyê li referandûma serxwebûna Kurdistanê dikê. Li hêla din jî bangî hemû hêzên kurd kir ku sîyaseta xwe bidin alîyekî, vê derfeta dîrokî ji dest nedin û hemû bi yekdengî piştgirîyê li vê pêngava dîrokî a ji bo serxwebûna Kurdistanê bikin. Serdal Benli bi xwe kurdekî ji Anatolîya Navîn e.

 

Serokê Herêma Kurdistanê, Birêz Mesûd Berzanî, peyamek pîrozbahîyê şandibû ji bo Komîta Piştgirîya Referandûmê. Peyama Birêz Berzanî ji alîyê Bextîyar Rauf ve hat xwendin û bi çepikên mezin û ji alîyê girseye gel ve bi coşek mezin hat pêşwazî kirin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê, Birêz Mesûd Berzanî pîrozbahî û destxweşîyek germ li Komîta Piştgirîya Referandûmê û girseya beşdarvanan kir û anî ziman ku ew bi van festival û çalakîyên kurdên li Ewropa gelekî kêfxweş e. 

 

Birêz Berzanî herweha anî ziman ku referendûm mafekî xwezayî ê gelê kurd e û wê kurd di roja 25.09.2017’an de herin ser sandoqan û deng bidin çarenûsa xwe û serxwebûna Kurdistanê. 

 

Komîta Piştgirîya Referandûmê li Bakurê Kurdistanê jî peyamek pîrozbahîyê şandibû ji bo festîvalê û piştgirîya xwe dîyar kir. Peyam ji alîyê berpirsekî komîtê Mirza Akar ve hat xwendin. 

 

Festîvalê ji demjimêr 15.00 ve dest pê kir û heta demjimêr 19.00 dewam kir. Hunermendên wek Nîhat Yunus, Aso û Cemîle Pîre amade bûn û bi deng û awazên xwe girseya gel rakirin govend û dîlanê.

 

Navenda bajarê Şaredarîya Mezin a Kopenhagenê bi rastî jî ji kurdan, rengên kurdî, û Alên Kurdistanê hatibû xemilandin û bala gelek nîştecîyên bajêr dikişand ser xwe.

 

Di festîvalê de herweha belavokek di derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de û nivîsek jî li ser dîroka Kurd û Kurdistanê li xelkê hat belav kirin.

 

Kanala Kurdistan 24 jî ji roja berîtir her li cihê festîvalê bû û festîval bi zîndî dikişand.

 

Rêverîya festîvalê ji serî heta bi dawîyê ji alîyê Bavê Serok (Zîwer) bi kurdî û Rênas bi danîmarkî hat birêvebirin.

 

Festîvala piştgirîya referandûma Serxwebûna Kurdistanê li paytexta Danîmark, li bajarê Kopenhagen di nav kêf û şahîyê de û bi girseyek mezin û bi coşek mezin bê pirsgirêk derbas bû.

 

Festîval ji alîyê ewlehîyê ve jî gelek baş derbas bû. Şîrketek ewlehîyê, ku bi xwe şîrketeke kurdane, çavdêrîya festîvalê dikir. Li gel vê jî dîsan hemû kesên berpirsyar di komîtê de di warê ewlehî de hişyar bûn û alîyê xwe de çavdêrî li festîvalê dikirin.

 

 

Yilmaz Yildiz

Kopenhag

03.09.2017



http://www.rojawelat.net/siyaset/festvala-pistgirya-referandma-serxwebna-kurdistan-li-kopenhagen-bi-cosek-mezin-hat-li-dar-xistin-h3287.html


   

 

 

3886

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com