|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Ji ber referandumê serokomarê Kurd ji Bexdayê tê derxistin

 

Ji aliyê RÛDAW 13.09.2017
Serokomarê Iraqê Fuad Mehûsm
Serokomarê Iraqê Fuad Mehûsm

Bexda (Rûdaw) – Fraksyona Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê di parlamentoya Iraqê de, hewla standina baweriyê ji Serokomarê Kurd ê Iraqê Fuad Mehsûm  dide û bo wê çendê 100 îmza kom kirine.

 

 

Parlamenterê Fraksyona Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê, Mihemed Sehyûd ragihand, posta Serokomar nûneratiya yekîtiya Iraqê dike û Serokomar sond xwariye, ku destûr û yekîtiya welat biparêze.

 

Mihemed Seyhûd da xuyakirin, divê Serokomar li hember referanduma Herêma Kurdistanê xwedî helwest hebe, ku biryar e di 25ê vê mehê (Îlon) de were encamdan û tekez kir, lê belê heta niha Serokomar Fuad Mehsûm derbarê referandumê de ti helwest nîşan nedaye, ew yek jî bûye sedem ku parlamenter îmzayan ji bo standina baweriyê ji Serokomar kom bikin.

 

Wî parlamneterê iraqî yê Fraksyona Dewleta Qanûnê ku Cîgirê Serokomar û serokwezîrê berê Nûrî Malikî serokatiya wê dike, destnîşan kir, ku wan heta niha îmzayên 100 parlamenteran kom kirine û ew dê wan îmzayan radestî serokatiya parlamentoya Iraqê bikin.

 

Parlamentoya Iraqê duh sêşembî 12ê Îlonê encamdana referandumê li Herêma Kurdistanê red kir û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî erkedar kir, ku hemû rêkarên pêwîst bo parastina yekîtiya Iraqê û rêgirtin ji encamdana referandumê bi kar bîne.

 

Parlamenterên Kurd civîna duh a parlamentoya Iraqê baykot kiribûn.

 

Biryar e, referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê di 25ê Îlona 2017ê de were encamdan.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, zêdebarî nerzîbûn û dijatiya Iraqê û hin welatên herêmî û cîhanî tekezî li ser encamdana referandumê di dema diyarkirî de dike û dibêje, referandum nayê paşxistin.


   

 

 

3888

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com