|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Encumena Bilinda Referandumê heft daxwazî li welatiyan kir

 

Ji aliyê Rûdaw 2 demjimêr berê
Rûdaw
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) – Encumena Bilinda Referanduma Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de heft daxwazî li hevwelatiyên Kurdistanê kir. Yek ji wan daxwaziyan ev e, ku di dema kampîn û propagandayên ji bo referandumê de, ji bilî Ala Kurdistanê, ala ti welateke din an jî sembol û dirûşmên ti aliyekî din bi kar nehînin.

 

Îro çarşembî 13ê Îlona 2017ê, Sekretariya Encumena Bilinda Referanduma Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke heft xalî weşand.

 

Di daxuyaniyê tê gotin: “Ji bo zêdetir rêkxistina kampînên propagandaya referandumê û pabendbûna bi nirxên niştimanî û rêkarên yasayî, daxwaz ji welatiyên Kurdistanê dikin ku di dema propagandaya referandumê wan xalan li ber çav bigirin.”

 

Ev xalên ku Encumena Bilinda Referandumê ku di daxuyaniya xwe de amaje pê kirine, ev in:

 

Yekem: Dûrketin ji bi kar anîna nîşan, ala û sembola her aliyekê yan welatekê ji bilî Ala Kurdistanê.

 

Duyem: Dûrketin ji bi kar anîna nav û wêneyên sembol û serkirdeyan weke propaganda yan propagandaya referandumê.

 

Sêyem: Dûrketina ji bêrêzîkirin an êrişkirina li ser serkirde û ala û sembola her aliyekê an jî welatekê.

 

Çarem: Parastina aramiya bajar û bajarokan û parastina mulkên giştî.

 

Pêncem: Parastina aramiya hevwelatiyan.

 

Şeşem: Hevkarî û hemahengiya li gel dezgehên ewlehiyê û polîs û fermangehên hikûmetê.

 

Heftem: Em tekez dikin li ser azadiya derbirîna nêrînan û rêdan bi encamdana çalakî û kampîn û propagandaya referandumê bi awayekê azad û bi şêweyekî şaristanî û aştiyane, û li gorî yasa û rênimayiyên karpêkiriyên Herêma Kurdistanê û rênimayiyên Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê.


   

 

 

3889

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com