|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
fermaz_xribo
Eşîra Hevêrka û Mala Haco

Di van rojên dawî de, min jî wek xelkên Cizîrê, di Kurd1 TVyê de li bernama ku li dor mala Haco ye mêze kir, min gelek şaşiyên mazin li dor vê malê û Hevêrka bihîstin!


Dixuyê, yê ku xwe bi navê Nezîr Cibo didî nasin û ku wî pertûkekê li dor mala Haco berhev kiriye, armanca wî pere ne, ne danîna dîrokek rast û têkuz! Nezîr Cibo kî ye û çi dibêje û pêzanîn xwe ji kû hanîne? Çima wiha bi mêldarî pesnê mala Haco didî? Mafê gelek camêran binpê dikî? 

Gelo rast e Hevêrka Eşîr e yan herêm e? kî bûn serkanên herêma Hevêrka? Mamosta Fermaz Gerîbo di vê nûsîna xwe de bersivê dide.



Ya rast ew e ku em bêjin: eşîrên eşîra Hevêrka, ji ber eşîra Hevêrka ne eşîrke bi tenê ye û ya rast ew e, ku em bêjin: weletê eşîra Hevêrka û em ne bêjin Tora Hevêrke ye, ji ber welatê vê eşîrê dikevê Torê û çolê. 

Paytexta  dirust a eşîra Hevêrka gundê  Çêlik e,  ku dikevê rojhilata herêma Çêlik û dikevê ser Çemê (Ava Mazin) Dicla, nêzikî bajarê Cizîra Bota, lê ev eşîr bela bû, heta geha devernên dûr. Ew îro li Sûriya û Tirkya û Îraqê jî hene.

Çima bi vî navî hatin bi navkirin? Li gor jêdera ev eşîr bi vî navî hat bi navkirin ji ber:

1- Ew bi reseniya xwe ji eşîra Hewêra ya Êzidî ne. Lê piştî wextekî navê wan bû Hevêrkî. 
2- Ev nav ji gundê Hevêrnê hatiya girtin û ew gund îro dikevê nêzikî bajarê Şemdînan 30 km jê dûr e.

Serokatiya vê eşîrê: Wek tê gotin, serokê vê eşîrê mala Ebdil Kirîm ê Elî yê Remo bû. Pişt re serokatî ket destê mala Îsmaîlê Werdê de. Piştî wan, ev serokatî ket destê mala Osmên (Haco û Serhan)de. Paytext jî hat guhastin ji Çêlik, hat  Mizîzexê. Ku ew gundê eşîra Şifqeta bû. Ew wek em dizanin Êzidî ne. Lê ev gund pişt re ket destê misilman da. 

Li vêdê ev eşîr bû du qet:
1- Beşik ket destê Haco û wî Cimo kuşt. 
2- Beşê din ket destê Serhan ü bi navê dekshuri hatin bi nav kirin. 

Piştî Serhan ji Nazlî, keça mala Bedreddîn zewicî, gotin wan, ew bûn Dekşûrî. Pêşî Haco jî divî ji Nazlî bizewcê,  lê ew yek pêk ne hat û Serhan ji Nazlî zewicî. Ew bû sebeba nakokiyê di navberê Haco û Serhan de û navê Hevêrkî û Dekşûrî hat holê. Wek tê zanîn, bingeha Dekşûriya gundê Kercosê ye, ew Hecî Silêmanê tên hesabkirin.

Di sala 1926 Haco bi hijmarke mezin ji eşîra Hevêrka derbasî Sûrî bû.

Ji ber têkçûna şoreşa Şêx Seîd, sala 1925'ê li ser destê tirka, ji ber tirka divîbû, ku Haco kursî ji bin lingê Şêx Seîd bikşênê, wextê wî li darxin.  Lê Haco ew yek qebûl ne kir û çû Sûrîya. Hingî di bin destê dewleta Frensa de bû. Pêşî Haco çû nêzîkî sînorê îraqê, nav erebê Cewala, lê pişt re vegeriha û hat gundê Dugirê, nêzîkî Tirbespiyê. Ji ber nakokiya di nabera wî û mala Ebês de ew hat gundê Tirbespiyê ku gundê Hesenê Îco bû. Wî bi arîkariya eşîra Hevêrka Tirbespî ava kir û qesra bi kevrê reş, ji xwe re ava kirin û ew bû bingehê eşîra Hevêrka li Sûrî. Li Tirkî Elîkê Betê bû serokê eşîra Hevêrka û wilo mala Serhan ê bi navê Dekşûrî, hatin bi navkirin. Beşkî mezin ji eşîra Hevêrka bi Haco re hatin Sûrî ku navê wê Binxet bû û beşê man li Tirkî navê wê bû Serxet.

Eşîrên bi Haco re hatin binxetê, ji êzidiya û misilmana û fileha bûn û ew ketin gelek gundan,  wek gundên Cerehê û derdorên wê de. Haco kurên xwe li gundan dabaş kirin: Li gundê Dirêcîkê, kurê xwe Cemil danî, li gundê Mizgaftê, kurê xwe Çaçan danî, li Maşoqê kurê xwe Muhemed Şerif danî, li gundê Dêrûna Qulinga kurê xwe Ûsif danî, li gundê Otilca kurê xwe Îbrahim danî, li gundê Girê Pirê Hesen, li gundê Qitraniyê Hiseyn Hesen danî û kurê wî Hesen ma pê re li Tirbespiyê.  

Hesen kurê Haco dest bi siyasetê kir û bû endamê Xweyîbûn (Xwebûn) ya ku rêxistineke herî bi hêz bû û ji gelek deverên Kurdistanê cih di nav de girtin eşîra Hevêrka di bin destê axa de jiyana xwe berdewam kir û di bin zor û zilmê de û wan axa ticarî qebûl nekir. Kesek ji eşîra serê xwe hildê û wan eşîr bi hev dan kuştin û wan jî gelek ji wan kuştin wek: Şewtandina  mala Mêşo yê êzidî û kuştina Şemdînê Çolî meznê eşîra Dasika ya êzidî…  Piştî Haco nav têda ta Saroxan bikujê.

Lê mixabin e weka Medenî Ferho xwediyê çiroka (Xaltîka Zeyno) ew rastî ji gel re ne gotin. Di çîroka xwe de, di wexta ku digot 'yextiyarên êzidiyan ên mejiyên wan bi kevzê), lê yê wî ne got ka bav û bapirê wî çi zilm li êzidiyan kiriye, mixabin li Serxetê û Binxetê.. 

Li Sûrî Silêmanê Haco bû endamê Parlemana Sûrî, li ser navê partiya Cemal Ebdil Nasir û ew partîke erebî ye. Cemilê Haco rêz gotina xwe ya bi nav û deng got: 'kî tenekek pîvaz bidê min, ez ê eşîra Hevêrka bidimê.' 

Ji ber van tişan û tiştina bê exlaqî ji aliyê hin xortên wan ve, ez fihêt dikim bêjim; wek revandina jinê mitirba cihê mala Haco hejiha û ketin û dewleta Sûrî jî da ser wan… Wek qanûna îslah-zirahî û ji destgirtina erdê ji destê mala Haco .. Li Serxetê jî Tirkî dan û standina Mala Şêxmûsê Çelebî bi dewleta Tirkî re tiştekî ne baş bû… 
                
Cih û warê Eşîra Hevêrka

Cihê vê eşirê dikevê derdorên Çiyayê Bagokê bakur û başûr, ji banî ve herêma Xaltiyan e. Ji rojhilat ve Çemê Dicla (Ava mezin) ye. Ji rojava ve herêma Omeriya (Nisêbîn) ye. Ji başûr ve, ev eşîr diçê Sûrî û îraqê, wek ta çiyayê Şingalê.  

Eşirên ku eşîra Hevêrka jê pêk tê ev in: 
1-  Êzidiyan 
2-  Misilmanan
3-  Filehan 

Eşîrên êzidiyan ev in: 
1-   Memila
2-   Kelika
3-   Dasika
4-shemika
Min berî niha li ser wan nivisand.  Eşirên Fileha, herême wan tê nas kirin bi navê Rayitê:

1-   Hêwirtî                 serokê wan      Gelo Şabo
2-   Baqisyanî             serokê wan       Enterê Hexî
3-   Arboyî                 serokê wan       Melkê Hopo       
4-  Sarî û Basibirnî      serokê wan       Şemhûnî Henê Heydo 

Eşîrên misilmana: 
1- Salihî
2- Domanî
3- Herebanî 
4- Kefsûrî
5- Dêrî
6- Zaxuranî
7- Deywanî
8- Kiferbî


   

 

 

fermaz_xribo3891

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com