|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Eyup Kurt
XWEDÊ AQILEKÎ BIDÊ BÊAQILA !


 
Bi sedê salane em bindest û bê welatin. Zimanê me qedexe ye, azadî tune ye, demoqrasî ne ji bo me ye, tîbûn, birçîbûn, bê rê, 
bê av, bê kar û kardistan xwe pêçaye li dor me, şewata gundan xerakirina kolanan, koçberî, malwêranî, tev ji bo me ye. 
Şaredarîyên me qebul nakin, wekîlên me qebul nakin, TV’yên me qebul nakin, sîyasetmedarên me qebul nakin, 
hunermendên me qebul nakin, ala me qebul nakin, navê Kurdistan qebul nakin.  
Goristanên me bonbebaran dikin, bedenê jinên kurd tahzî dikin û li pê panzêran dikişkişînin li Tirkîyê, ji binaxkirina mirîyên me re tehamul nakin û hovane êrîş dikin. 
Biratîya me heram dikin û ji me direvin. De were ji bêaqilên me yên hîn hêvîyê ji biratîya dijmin dikin re bi sebir bin. Ev çi ujdane, çi bêaqilîye, doza gelê kurd bi sedsala şûn de dixin. 
Gelê kurd gihiştîye qonaxa serxwebûnê, ev qonax bi berxwedan, bi xwîn, bi fêdekarî hatîye ta vê rojê. Kurd bi sedên salan qîrîyan bo biratîya gelan, lê çi fêde,
 kesî biratîya me nexwest û di her fersendê de em di qirkirinan re derbas kirin.  
Êdî bese ji bo hustuxwarî û belengazîyê, dema serbilindîyê hatîye, divê em serbilind bin û serbilind bijîn. Bila welatê me hebe, 
nav jî Kurdistan be, ew dem ger kî bixwazê em bira bin,
 emê wan pîroz bikin û himbêz bikin. Tu kurdekî bi xîret êdî naxwazê di bin bandora zaliman de bê dewlet bijî.  
Ji bo dewletbûnê, şertên dewletbûnê ji bo me temame, 1. her çar perçên Kurdistan yeke û ji hev naqete, 
2. zimanê kurdî bi gelek lehçan heye û dewlemende, 3. erf û edetên xwe hevgirtîye, 4. çanda xwe heye û pêşketiye. 
Tişta ji bo dewletbûnê pêwist li ba Kurdan heye.  
Ji biratîya dijmin biqerin, werin biratîya kurda biafirînin. Kurd xwe bi xwe neyartîya hev dikin û ji dijmin biratiyê dixwazin. 
Ji bo kongera netewî kî bibê asteng ew neyartîya kurda dikê, kî li dijî serxwebûna kurda derkeve ew neyartîya kurda dikê. 
Her kurdê bi xîret, dema menfeheta kurda hate holê, divê bê şik û guman piştgirî bidê birayên xwe. Şertê serxwebûnê dibê li perçakî Kurdistan hebe,
 lê li yên din tune be, li ku şert û merc hebin, em tev li wir bin. Eve biratî, eve azadî, eve hêvî. Ji dijmin xêr nayê, em xwe nexapînin. 
 
Eyup Kurt 16.09.2017
 
 

   

 

 

Eyup Kurt3897

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com