|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Gelê kurd li her derî li ser pîya ye - Kurdistan gav bi gav ber bi serxwebûnê ve diçê

Gelê kurd ji bo pêkanîna referandûma serxwebûna Kurdistanê li ser pîya ye

Piştî ku biryara ji bo lidarxistina referandûma serxwebûna Kurdistanê ji alîyê pirranîya hêzên sîyasî ên li Başûrê Kurdistanê ve derket, him li derveyî welêt û him jî li Kurdistanê gelê kurd dest bi çalakî û festîvalên cûr be cûr kirine û bi hemû îmkanên xwe piştgirîyê li vê pêngava dîrokî dikin.

Di roja 15.09.2017’an de jî, piştî rawestandina du salan, Parlamentoya Kurdistanê jî, bêyî Tevgera Goran û Komara Îslamî, ku li dijî referandûmê ne, li hev civîya û bi yekdengî biryara pêkanîna referandûmê pesend kir.

Halê hazir dewletên cîran, Amerîka, Ewropa û Yekîtîya Netewan (YN), hemi nerazîbûnên xwe li dijî pêkanîna referandûmê tînin ziman û dibêjin wext ji bo pêkanîna referandûmê ne gumcave, ango ne wexte. Eve çend rojin ku civîn li ser civînê tên kirin ji bo ku kurdan di bin bandorê de bihêlin û referandûm çênebê.

Rêveberîya sîyasî di bin serokatîya Serokê Herêma Kurdistanê, Birêz Mesud Berzanî de jî  pêşnîyarên van welatan ên ji bo paşdexistina referandûmê qebul nakê û dibêjê eve mafê gelê kurd e û ne li dijî yasaya Îraqê û yasayên navdewletî ye, çi dibê bila bibê em bê bedîl û bê garantî, referandûmê paşnayêxin. Kurd dibêjin bedîla paşdaxistinê tenê Serxwebûna Kurdistanê ye.

Kurd di bin sexteke gelekî mezin de ne, lê gelê kurd li her çar perçên Kurdistanê jî rabûye ser xwe û li pişt biryara Rêveberîya Sîyasî li Başûrê Kurdistanê sekinîye.

Her roj li welatekî, li bajarekî çalakî û festîval tên li dar xistin. Li Kurdistanê jî her roj li cîyekî festîval tên çêkirin û bi dehhezaran, bi sedhezaran kurd beşdar dibin û helwesta xwe ji bo piştgirîyê dîyar dikin. Festîvala mezin li Zaxo dest pê kir, piştre li Duhokê, ku zêdeyî 100 hezarî beşdar bû. Heta niha li Amedîyê, Şêxan, Akrê, Hewlêr, Ranya, Soran, Kerkûk û li gelek cîyên din xelk rabûye ser xwe û daxwaza Dewleta Kurdî dikê. Di nêzîk de li Silêmanîyê festîvaleke mezin tê li dar xistin. 

Tirkîye, Îran û Îraq gefan li Kurdistanê dixwin. Tirkîyê hê ji niha de li ser sînorê Başûrê Kurdistanê dest bi tearûzan kirîye û dixwazê bi vê yekê kurdan çavtirsandî bikê.

Serokê Herêma Kurdistanê, Birêz Mesud Berzanî jî gelek caran anîye ziman ku referandûm ne armanca, lê wesîleye û armanca sereke serxwebûna Kurdistanê ye, lê dibêjê em dixwazin ku Îraq jî û û hemû dinya jî vêya baş bizanê ku ev mafekî rewa ye û dixwazin ku ev mesele bi şêweyên aşîtîyane bê çareser kirin, lê heger ku hin derdor bixwazin şerê wan jî bikin, wê ev êrîş bê bersiv nemînin.

Pêşmergeyên Kurdistanê jî bersiva tehdîdan dan û anîn ziman ku ew bi çekên di dest da bi hemû awayî amade ne û dikarin Kurdistanê biparêzin.

Her ku roja referandûmê nêzîk dibê, zext, gef û tehdît jî li ser Kurdistanê zêde dibin. Lê tiştê girîng ewe ku heta vê gavê jî ne Serokê Herêma Kurdistanê, Birêz Mesud Berzanî û ne jî Rêveberîya Sîyasî a Kurdistanê serê xwe ji bo zext û tehdîdan ne danîne û her li ser biryare pêkanîna referandûmê sekinîne.

Niha welatê Îsraelê li pişta Kurdistanê sekinîye û piştgirîya serxwebûna Kurdistanê dikê. Serokê Îsraelê Netanyahu niha li Amerîka li gel Trump civînek pêk anî. Piştî civînê jî dîsan dubare kir û got ku ew li gel serxwebûna Kurdistanê ne. 

Wek Êzîdî, heta niha hemû xelkê me jî bi hemi îmkanên xwe piştgirî li referandûmê kirîye. Hunermendên Êzîdî heta niha du klîp li ser referandûmê çêkirine. Rêveber û oldarên me roj nine ku beşdarî TV û civîn û festîvalan nabin û nesîhetan li Civaka Êzîdî nakin.

Em jî hêvîdarin ku ev referandûma ji bo serxwebûna Kurdistanê, ku wê di roja 25.09.2017’an de pêk bê, bê pirsgirêk bi dawî bibê û gelê kurd jî wek hemû netewên li cihanê bigihê maf û azadîya xwe.

Di Kurdistanek azad de wê êdî gelê kurd û bi taybetî jî wê Civaka Êzîdî jî êdî bê parastin û karibê di  welatê xwe de, li ser cih û warên bav û kalan di nav aramî û aşîtîyê de jîyanek bi rûmet bimeşînê. Heta ku dewlet nebê, emê tim li ber şek û pekan bin û bikevin ber jenosîd û fermanan.  

19.09.2017

 


   

 

 

3899

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com