|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
PKKê li dijî referandumê daxuyanî da

 

Ji aliyê RÛDAW 26.09.2017
Serkirdeyê PKKê Duran Kalkan
Serkirdeyê PKKê Duran Kalkan

Navenda Nûçeyan – Endamê Desteya Rêvebera PKKê Dûran Kalkan derbarê referanduma Başûrê Kurdistanê de ragihandiye, ku ev referandum ti pêwendî bi parçeyên din ên Kurdistanê ve nîne û ne di nava vî karî de ne.

 

Dûran Kalkan di daxuyaniyekê de ji medyaya nêzîkî PKKê re ragihandiye, ku ew bibûne sedem ku hemû hêzên li Kurdistanê bi hev re nakok bin, bi hev re şer bikin û anî ziman, ku ev hêzên qirker bi referandumê re bûne yek û ji nû ve li ser şerê li dijî Kurdan li hev kirine.

 

Dixwazin li ber çareserkirina pirsa Kurdî bibin asteng

 

Dûran Kalkan îdia kir, ku bi sazkirina referandumê li Başûrê Kurdistanê re armanc ev e, ku rê li ber çareserkirina pirsa Kurd bi awayekê demorkatîk were girtin û dibêje, ku di encama referandumê dê sîstemek nû ya dagerîkeriyê derkeve holê.

 

Kalkan wiha dibêje: “Bi rêya referandumê ew pêşhatên hevbeş ku têkoşîna bo azadî û demokrasiyê derxistine holê, dixwazin di bin sîstemeke nû ya dagîrkeriyê ku bi referandumê derdikeve, dubare sîstemê bi hev ve girê bidin. Bi vî awayî dixwazin rê li ber çareseriya azadîxwaz û demokratîk a pirsa Kurd bigirin.”

 

Dûran Kalkan amaje bi armanca sazkirina referanduma serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê dike û îdia dike, ku referandum hewldanek ji bo diyarkirina statuyê nîne, û bi gotina wî bo bazarîkirinan e.

 

Kalkan wiha dibêje: “Referandum veguherî wê yekê ku PDK ji nû ve qazancên aborî-siyasî bike, karibe ji nû ve hilbijaritinê bike û bi ser bikeve. Veguherî wê rewşê ku ji nû ve karibe desthilatdariyê bi dest bixe. Li holê helwestek demokratîk nîne. Parlamento kar nake, biryarê nagire. Kongreya Neteweyî nîne.”

 

Parçayên din ne di vî karî de ne

 

Kalkan herwiha amaje bi wê yekê dike, ku referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ti pêwendî bi parçeyên dinên Kurdistanê ve nîne û bi gotina wî parçeyên din ne di nava vî karî de ne.

 

Kalkan dibêje: “Parçeyên din ên Kurdistanê ne di nava vî karî de ne. Sibe hin hêz dikarin rabin ji nû ve tinekirin û înkarê ferz bikin. Ji xwe Îran, Iraq û Tirkiye bûn yek û gef xwarin.”

 

Ti rola PDKê di referandumê de nîne

 

Kalkan di beşeke din a daxuyaniya xwe de daye xuyakirin, ku ti rola Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di referanduma bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê de nîne û dibêje: “Dê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li hev biciviya û li Rojhilata Navîn demokrasiyek nimûneyî ya Kurd derketiba holê. Yekîtiya Kurdan a demokratîk dihate afirandin. Pêşî li wê hate girtin û hate sabotekirin. Hêzên ku pêşî li wê girtin, referandum derxistin holê. Ev ne îdia ye. Dikarim navê kesên ku ev kirine jî bidim. Ti pêwedniya vê bi PDKê re nîne. Ti rola PDKê di vê referandumê de nîne.”

 

Wî serkirdeyê PKKê gotiye, serxwebûn girêdayî modêla îdeolojîk-felsefî-ramanî ye û destnîşan kiriye: “Serxwebûna siyasî û şêweyê pêkhatina pratîkî ya serxwebûnê îdeolojîk-felsefî-ramanî ye. Pêwendiya serxwebûn û azadiyê bi demokrasiyê re heye. Demokrasî jî bi yekîtiyê pêk tê. Ev maf in û ne cihê nîqaşê ne. Eger ev yek dê bi referandumekê were kirin, ev mafê her kesî ye.”


   

 

 

3901

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com