|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Ji Senatoya Amerîkayê piştgirî bo dewleta Kurdistanê

 

Ji aliyê RÛDAW 27.09.2017
Seantorê Demorkat, Chuck Schumer
Seantorê Demorkat, Chuck Schumer

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Koma Demokratan di Senatoya Amerîkayê de senator Chuck Schumer ragihand, pêwîst e Amerîka piştgirî li dewleta serbixwe ya Kurdistanê bike.

 

Senator Chuck Schumer di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, “divê em rêzê li encamên referanduma dîrokî ya 25ê Îlona 2017ê bigirin.”

 

Cuhck Schumer herwiha bang li cîhanê kir, ku referanduma serxwebûnê ya Kurdistanê nas bike û dibêje: “Divê cîhan îtîraf bi vê dengê dîrokî yê li Kurdistana Iraqê bike û rêzê lê bigire.”

 

Schumer da xuyakirin: “Pêwîst e bi zûtirîn dem Kurd bibin xwediyê dewleta xwe ya sebixwe.”

 

Serokê Koma Demorkatan di Senatoya Amerîkayê de amaje bi parastina kêmîneyan kiriye û destnîşan dike: “Kurd rêzê li mafê kêmîneyên di navçeyê de giritye, ku kêmîne têde gelek hatine tepesekirin.”

 

Chuck Schumer dibêje: “Divê cîhan îtîrafê bi dengdana dîrokî ya roja duşemiyê ya li Kurdistana Iraqê bike û rêzê lê bigire, ez jî bi temamî piştgiriya gelê Kurdê Bakurê Iraqê dikim, baweriya min ev e ku divê bi zûtirîn dem (wan) dewleteke serbixwe hebe û pêwîst e helwesta hikûmeta Amerîkayê jî piştgevanîkirin li proseyeke siyasî be, ku bersiva xwasteka kurdan bo dewleteke serbixwe bide.”

 

Schumer di beşeke din a daxuyaniya xwe de ragihadiye: “Di heyama du dehsalên bihorî de, Kurd yek ji bihêzirîn û baştirîn piştevanên me yên hevbeş bûn li ser erdê di şerê li dijî terorîzmê de û me jî gelek caran pişta xwe bi pêşmerge girê daye ku têde tepeserkirina kêmîneyan gelek car yasayî ye û encama wê jî pevçûn e. Ji wê jî zêdetir, divê Amerîka nûneratiya mafê çarenivîsê bo hevbeşên me yên bihêz bike. Kurd yek ji mezintirîn grûpên etnîkî li Rojhilata Navîn in, ku dewleta wan nîne û heyameke zêde ye jî ku bo vê mebestê şer kirine. Zêdebarî wê jî, Kurd berdewam reftareke xirab li gel hatiye kirin û ji wan re tê gotin, heta ku sibe çaverê bikin, her ji ber wê ye jî ku deynek e ku nehatiye dan û divê cîhan bi serokatiya Amerîkayê piştevaniyê li proseyeke siyasî bike bo bersivdana xwasteka Kurdan.”

 

Lîderê Demokratan di Senatoya Amerîkayê de hêvî dike, ku di çend mehên dahatî de diyalog di navbera Hewlêr û Bexdayê de dest pê bike û bi rêya aştiyane xwastekên kurdan werin cîbicîkirin.

 

Seantor Chuck Schumer rexneyên tund li wealtên cîranê Iraqê digire û dibêje, welatên cîranê Iraqê bi serokatiya zordaran li dijî her dewleteke Kurdî ne, ji ber ew dewlet gefê li pêgeh û berjewendiyên wan dike.

 

Schumer tekez dike, ku divê welatên cîranê Iraqê rêzê li Kurdên Iraqê û mafê wan ê ji bo diyarkirina paşeroja xwe bigirin.

 

Di daxuyaniya sentaorê demokrat de wiha tê gotin:

 

“Di çend mehên bihê de ez hêvîdarim ku hemû iraqî bikevine diyalogê û bi rêyeke aştiyane biryarê li ser baştirîn rê bidin bo cîbicîkirina xwastekên rewa û hêja yê yên Kurdên Iraqê. Hemahengiya berdewam a ewlehiyê di navbera hêzên ewlehiyê yên Kurd û Iraqê- bi taybetî di rûbirûbûna terorê de bo her qonaxekê giring e. Welatên cîranê Iraqê bi serokatiya zordaran li dijî her dewleteke Kurdî ne, çimku ew dewlet gefê li pêgeh û berjewedniyên wan dike. Divê ew rêzê li Kurdan-Iraqiyan jî bigirin, daku biryarê li ser paşeroja xwe bidin.”

 

 


   

 

 

3904

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com