|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Eyup Kurt
SERXWEBÛNA KURDÎSTANÊ HEQE, HELALE LI MILETÊ KURD!!

 

Kurdistan heye û kurd jî hene, lê dewleta wan tune ye, ji bo çi? Kurda ji bo dewletbûna Tirkan, Farisan, Ereban şer kirin, xwîn rijandin, xelk kirin dewlet, xwe jî hiştin bindest.

Ger dewletbûn an serxwebûn tiştek xerab bûye, dunya yê wê çima xwîn birjanda, çima wê sînor danîna bo parastina qewmê xwe? Dîroka serxwebûna hemû miletan bi xweber çênebûye. Bi kuştin, talan û ceng herkes gihiştine mafê xwe û bi serbilindî jîyan dikin.

Li Welatê me Kurdistanê gelek car serhildan çêbûn û ji ber gelek sedeman herdem hate şikandin. Ev 40 salên dawî li her çar perçên Kurdistanê qîz, xortê kurdan çek rakirin û bi qahremanî li ber xwe dan. Her gerîla an pêşmerge berî şehîd bikevin, li ser zinar, şikeft û berqefan dinivîsandin "Ji serxwebûn û azadiyê bi rumettir tiştek nîne" Dîsa li zîndanan di bin işkencên giran de ta nefesa dawî digotin bîjî SERXWEBÛN .

Elbet navê serxwebûnê navekî xweşe, lê bidestxistina wê ne hewqas hêsane. Her perçakî Kurdistanê li gor rewşa perçên lê dijîn dikarin gav bi gav ber bi serxwebûn ve biçin. Hinek zu, hinek dereng, lê her dem gav avêtin bila ji bo serxwebunê be. 

Nabe û nayê qebul kirin ku Kurd bejna xwe ji bo dewletbûn û serxwebûna dijminê xwe bitewîne û ji xwe re demokrasiyê bixwaze. 

Me li perçê Bakur dît bê çawa wekîlên kurdan girtin û birin zîndanan. Me dît bê çawa şaredarên Kurdan girtin û li şuna wan xwînvexwarên kurdan li saredarîyan bi cih kirin.

Ev nîmûne didê diyar kirin ku tu nebê dewlet û serbixwe neyar wê bidê û dîsa bistînê. ger em bistînin dîsa neyar wê ji me bistînê weke nuha ji me stend.

Serxwebûna Kurdistanê ne ji bo PDK an partîke din e, ku em li dij derkevin. Kurdistan ne milkê şeqis û partîyane .Îroj ew şeqiş û partî hene, sibe wê tune bin. Ji bo pêşeroja Kurd û Kurdistanê ji serxwebûnê re bibêjin BELÊ, ev deynekî kurdperwerîyê ye.

Bila rexne û nîqaşên me rawestin ta referandûmê. Elbet rexneyên me wê hebin ji bo şeqis û partîyên Kurd. Lê ji bo netewî ferze li nava cihanê yekdengîya me hebê.

Bîjî serxwebûna Kurdistanê. 
Bijî gelê kurd.
Bijî tekoşîna ji bo Mirovahîyê.

19.09.2017

 


   

 

 

Eyup Kurt3907

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com