|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Eyup Kurt
DIZÊ BOSTANAN LI HEV MÛKÜR TÊN ZIVISTANAN

 

Gelê kurd dixwazin serbixwe bin, azadbin bi herkesire dost û hevalbin. Ji bo vê serbixweyê û azadiyê xwina hezaran qiz u xortên nuhati hatiye rijandin. Gelê kurd rojek xweş nedi û herdem bi sozên hevalbendê xwe xapiyane.  Hingi hatine xapandin baweriya wan ya "bratiya" derdorê qediyaye

Li her devera dinyayê hikumat, parti,sazî, rêxistin û hemu dezgeh nêrinên gelê xwe esas digrin. Ji bo vêye buye qanuna navnetewi bi rêka referanduman biryar têne stendin.

Gelê kurd li başurê Kurdistan bi soz û bextê Bexdayê hêvişikesti bune û dixwazin 25.09.2017 herin dengdanê bê ka gelê Kurd dixwazin weke herdem bi koleti bijin ?An dixwazin serbest û azad bijin? Gel wê bryara bide .

Ev çi rureşi û ecêbe ev welatên xwinmij ji irada kurdare hewqas bê tahmule. Hikumeta Erdogan dibêjin" referandum ne paşdexistin giringe ji binide bê rakirin" Erdogan mukur tê dibêje "me 2 milyar dolar daye hikumeta heremê dibêjin me ew parastin û mezin kirin ji ber vê yêkê ger ger berzani aqilê xwe nede serê xwe emê hin tiştên din mukur werin"

Bila mirov birçi,tahzi,pêxwasbe  û ne bi neyarê kurdare ji bo çend qruşa hustixwar û bê mecalbe. Baş tê zanin Erdogan kina wi li hemberê kurd  u Kurdistanê . Kongera netewi çênebu sebeba mezin nexwestina Tirkiyêbu partiyên Kurda daxuyaniyên xizmeta dijmin dikin li hember hev bi karanin li ser daxwaziya tirkiyêbu. Ji tirkare deriyê  Kurdistan vekiri ji birayên wire dihat girtin li ser daxwaza Tirkiyêbu ."Kurdê baş û kurdê xerab" mimarê wê dewleta Tirkiyêbu.

Dostê Kurda Kurd bixwene. Ger ne ji gef,dek,dolabê neyarbe kurd birane. Kurda li Kobani Kerkukê di sengerê şerde xwina xwe bi hevre rijandin. Disa îroj dilê her Kurdeki li başur lêdide. Her kurdên li bende mizginiya serfiraziyêye. Giringe bi taybet partiyên başur û partiyên Kurdistani hemu rupeleki nuh veke zu ne dereng xwe ji gemara neyar bişon û azad bifikirin.

Iroj 23 .09.2017 li parlamena Tirkiyê Tirkê çep Tirkê rast tirkê paşveru Tirkê "pêşveru" li ser kurd azad nebin azad nejin bune yek u gef vexwarin.  Dema mijar dibe Kurd û Kurdistan hemu Tirkên cihanê dibin yek.

Kurdên bune wekil nava partiyên Tirkande ji tirkan bêhtir êrîş dikin .kurdi ji vanre hestixwir an tirşikçi dibêjin. Kurdên bi xiret giringe van navaxwede nehewinin.

Îroj fersendek başe  Kurd xwe komi ser hev bikin hêza xwe bikin yek diplomasike hevbeş bimeşinin ev salên li pêş me salên serxwebun azadi û serfiraziyêne.

Ez dibêm bila Kurdistan hebe ala wê nava alên cihanêde libabibe. Bila Kurdistan serbixwebe jahrbe ziqumbe ezê vexum lê nifşê nuhhati wê Kurdistanek bi dilê şehidan ava bikin.

Bîjî Kurdistan

23.09.2017


   

 

 

Eyup Kurt3908

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com