|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Ezîz Gerdenzerî
Ziyaretiya êzîdiyên Ermenistanê giştî û xêrxazên niha li gel wan qebûl be!

Roja îroyîn, ji bo civaka êzîdiyên Ermenistanê, rojeke bi nav û nîşan e, roja ziyaretê ye. 29 meha îlonê sala 2012an, karsazê comerd û naskirî, nivîskarê hêja Mîrzê Çolo Siloyan, ziyareta êzîdiyan ya yekem li Ermenistanê de, "Quba Siltan Êzîd", ava kir. Ji bo morkirina ziyaretê Mîr Tesîm Seîd Begê û 15 endamên şêwra êzîdiyan ya ruhaniyê hazir bû. Di dema ahenga morkirina ziyaretê pir hate gotin di derbarê dostaniya ermeniyan û êzîdiyan de. Dîroka wê dostaniyê pir qedîm e û 100salan dawîn de ew dostanî li qada şer û dewan de hatibû qayîm û qedîm kirin. Destpêka sedsal bîstî lawên ermeniya û êzîdiyan du pêşenyan ve berê xwe dabûn osmaniyan; pêşeniya Kavkazê û pêşeniya Mêsopotamiya Jorin. Di pêşeniya Kavkazê de, xasma dema şerê li Sardarabadê û Baş-Aparanê, Cangîr Axa fermandarê mêrxasên êzdîyan bû. Li pêşeniya Mêsopotamiya Jorin (xasma li Çiyayê Şengalê de), Dayîka Tesîm Begê, Meyan Xatûn û birayê wê Îsmaîl Begê, serkêşîya egît û mêrxasên êzîdiyan dikirin. Li derbarê mêrxasiya Cangîr Axa û egîtên li rex wî pir berhem hatine nivîsar û weşandin. Lê mixabin derbarê berxwedana mêrxasên êzîdiyan û ermeniyan li Çiyayê Şengalê de hîn jî hindik hatiye nivîsar. Romana xwediyê van xetan "Xem û Xeyalên Çiyayê Şengalê(650 rûpel), ji bo ciyê wê valayê tije bibe, di salên 2001-2007an de, hatiye nivîsar. Xwediyê romanê bawer dike, ku li Ermenistan û Kurdistana Serbixwe de, wê ev kitêb bê weşandin. Kitêba Mîrzê Çolo “Rîya ku berbi zîyaretê dibe", berhemeke serkeftî û nirxgiran e. Ew bi sê zimanin, sala 2015a li Yêrêvanê de hatiye çap kirin. Di wê kitêbê de Mîrzê Çolo wisa jî behsa mebesta xwe ya çêkirin zîyareta teze, "Quba Tawisî Melek” dike. Niha xebata çêkirina ziyareta teze bi serkeftin pêşde diçe û zûtirekê wê bê temam kirin. "Quba Tawisî Melek”, piştî Lalişa Nûranî, wê bibe ziyareta êzîdiyan ya herî mezin û xemilgiran li cîhanê de.
Ziyaretiya we qebûl be, gelî xwîş û biran, gelî dost û xêrxwazan!


   

 

 

Ezîz Gerdenzerî3909

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com