|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Putin: Helwesta me li ser referanduma Kurdistanê zelal e

 

Ji aliyê RÛDAW 29.09.2017
Putin û Erdogan li Enqerê di konfranseke rojnamevaniya hevbeş de.
Putin û Erdogan li Enqerê di konfranseke rojnamevaniya hevbeş de.

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Rûsya Vladimir Putin piştî hevdîtina li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di konfranseke rojnamevanî de li ser referanduma Herêma Kurdistanê axivî û got, helwesta Moskowê li ser referanduma Herêma Kurdistanê zelal e û bi rêya wezareta derve hatiye ragihandin.

 

Vladimir Putin duh pênşemî 28ê Îlona 2017ê di sedaneke çaverêkirî çû Tirkiyê û li Koşka Beştepe ya Enqerê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.

 

Piştî bi dawî hatina civîn, Putin û Erdogan di konfraneke rojnamevanî ya hevbeş de amade bûn û amaje bi hin mijaran kirin, ku di vê hevdîtinê de li ser axivîbûn, ku yek ji wan mijarên sereke referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê bû.

 

Di destpêka vê konfransa rojnamevanî ya hevbeş de, Erdogan cardin amaje bi helwesta neguher a Tirkiyê li hember referanduma Herêma Kurdistanê kir û ragihand, ku “ew referandum nerewa û nedestûrî” ye.

 

Erdogan bi gotina mixabin ku berpirsên Bakurê Iraqê (Herêma Kurdistanê) referandum encamdan, da xuyakirin, ku “berpirsên Rêveberiya Bakurê Iraqê şaşiyeke mezin kirin.”

 

Serokomarê Tirkiyê herwiha diyar kir: “Divê em nehêlin ku Rêveberiya Bakurê Iraqê xeletiyên mezintir bike” û îdia kir, ku Tirkiye û Rûsya li ser mijara referanduma Herêma Kurdistanê û parastina yekparçeyiya xaka Iraqê û Sûriyê weke hev difirkirin.

 

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî di vê konfransa rojnamevaniya hevbeş de amaje bi referanduma Herêma Kurdistanê kir û ragihand, ku wî di civîna li gel Erdogan de behsa referandumê kiriye.

 

Putin got, li ser wê referanduma ku li Herêma Kurdistana Iraqê hatiye encamdan, em bi Erdogan re axivîn û tekez kir, “helwesta Rûsya li ser wê referandumê zelal e û bi rêya Wezareta Derve ya Rûsyayê hatiye ragihandin.”

 

Putin di beşeke din a axavtina xwe de tekezî li ser bihêzkirin û berfirehkirina pêwendiyên navbera Rûsya û Tirkiyê kir.

 

Herwiha Putin amaje bi rewşa Sûriyê û danûstandinên Astana jî kir û destnîşan kir, ku Rûsya û Tirkiyê dê li ser hewlên hevbeş bo çareserkirina krîza Sûriyê berdewam bin û ew dê hewl bidin, deverên aram li Sûriyê berfirehtir bikin.

 

Putin herwiha rola Tirkiyê û Erdogan di serkevtîbûna danûstandinên Astana yên bo çareserkirina krîza Sûriyê de jî bi giring bi nav kir.

 

Wezareta Derve ya Rûsyayê li ser referanduma Kurdistanê çi gotibû?

 

Pêştir Wezareta Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê helwesta wî welatî derbarê referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de aşkere kiribû û ragihandibû, ku ew rêzê li hember daxwaza hewlên netewî yên kurdan digrin.

 

 

Wezareta dervaya Rûsyayê ameje bi vê yekê kiribû, ku têkildarî referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ew bangawaziyê li hemû aliyan dikin pisgirêkên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de hene bi rêyên danûstandinan bêne çareserkirin.

 

Di daxuyaniyê de hatibû gotin: “Niha ji bo Rojhilata Navîn rewş zêdetir aloz nebe û ne seqamgirî zêdetir nebe, giring e pêşiya hemû rîskan were girtin.”

 

Wezareta Derve ya Rûsyayê gotibû: "Em piştgiriya yekrêziya xaka Iraqê dikin. Divê hemû nakokî bi rêya gotûbêjan werin çareserkirin, ne ku bi yekalî serxwebûn were ragihandin."

 

Di berdewamiya daxuyaniya Wezareta Dervaya Rûsyayê de derbarê giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê de tê gotin, ji bo Rûsyayê gelekî grîng e û pêwîst dizane, hemû kes ji hewlên ku rewşê têk bide, xwe jê dûr bigire, li seranserî Rojhileta Navîn rewşeke pir bi şer û aloziyan heye û helwêsta Rûsyayê nayê guhartin û ew piştgirya yekparçeya xaka Iraqê û teviya welatên Rojhilata Navîn dikin.


   

 

 

3911

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com