|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Berdevkê hevpeymanan bersiv da: Dibe pêşmerge û Heşda Şeibî şerê hev bikin?

 

Ji aliyê RÛDAW 29.09.2017
 
Ryan Dillon

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Ryan Dillon got: “Em dixwazin bala hemû aliyan li ser şerê DAIŞê be.” Li ser egera şerê di navbera pêşmerge û Heşda Şeibî jî got: “Divê Heşda Şeibî li gorî fermanên Serokwezîrê Iraqê tevbigerin.”

 

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Ryan Dillon ji Rûdawê re ragihand, ku hêzên hevpeymanan di operasyona Hewîceyê de hevkariya hêzên iraqî dikin û da zanîn, ku heta niha 40 êrîşên esmanî bo ser hewîce encam dane.

 

Dillon diyar kir, ku herweke operasyona Tileferê dê Hêzên Pêşmerge di operasyona Hewîceyê de jî rol bilîzin.

 

Li ser pirsa; “gelo hûn çavdêrî dikin, ku di navbera pêşmerge û Heşda Şeibî de li derdora Hewîceyê pevçûn dernekeve?” Dillon wiha axivî:

 

“Şêwirmendên me bi berdewamî li gel hêzên ewlekariya Iraqê ne, lê serkirdetiya me ya siyasî jî li gel hikûmeta Iraqê û aliyên din di pêwendiyê de ye. ji bo tişteke wiha dernekeve em guftûgoyan dikin. Em hewl didin bala hemû aliyan tenê li ser şerê DAIŞê be. Çimkî DAIŞ li ser Iraqê û kurdan jî metirsî û gef e.”

 

Ryan Dillon da xuyakirin, ku divê Heşda Şeibî ji çarçoveya fermanên Serokwezîrê Iraqê dernekeve û got: “Ez bawer nakim ew jî bikarin ji vê çarçoveyê derbikevin.”

 

Vîdeo:http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/2909 20172


   

 

 

3912

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com