|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Mam Celal Talabanî koça dawî kir

 

Serokê Yekîtîya Nîştimanîya Kurdistanê (YNK) û Serokkomarê berê ê Îraqa Federal, Mam Celal Talabanî duh (03.10.2017) li Berlin/Almanya di 84 salîya xwe de (1933-2017) çû ber dilovanîya Xwedê.

Bi koça dawî a Mam Celal Talabanî, gelê kurd û Kurdistanê û tevaye Îraqê serokek û sîyasetmedarekî mezin hunda kir.

Mam Celal tevaye jîyana xwe wek sîyasetmedarekî bi keramet û pêşmergeyekî qahreman li serê çîyayên Kurdistanê ji bo azadî û rizgarîya Kurdistanê tekoşîn da.

Ji sala 2005 heta bi sala 2014’an Serokkomarê Îraqê bû. Di sala 2012’an de bi dest xwe re nexweş ket û rakirin Almanya ji bo dermankirinê. Piştre rewşa wî baş bûbû û li Kurdistanê dima. Di dema referandûma serxwebûna Kurdistanê de jî li gel kurê xwe Qubat Talabanî, ku cîgirê serokwezîrê Kurdistanê ye, çû ser sindoqan û dengê xwe jî bikar anîbû. Piştre dîsan rewşa wî aloz dibê û radikin nexweşxaneyeke li Berlînê.   

Em wek malpêra Bahzanî.net/Kurdî bi kirasguhestina kesayetîyek û serokekî weke Mam Celal Talabanî gelekî xemgîn bûn.

Rahma Xwedê li Mam Celal bê, cihê wî biheşt bê. Serê malbatê, serê YNK û tevaye Kurdistanê sax bê.

 

 


   

 

 

3914

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com