|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Binkeya Laleşê daxuyaniyek li ser koça dawî ya Mam Celal belav kir!

 

 kurdibas

 04/10/2017 - 11:16

Nuçe/Kurdistan

Lezgîn

BasNews – Desteya bilind a binkeya Laleşê ya rewşenbîrî û civakî li Duhokê daxuyaniyek li ser koça dawî ya Mam Celal balav kir.

Binkeya Laleş koça dawî ya Mam Celal di vê pêvajoyê de wek xisareke mezin pênase kir û ragehand: ‘’Koça Talabanî di vê pêvajoya giring a dîroka gelê Kurdistanê de, dibe xisareke mezin bo gelê Kurdistanê, ku em nêzîk bûne ji bo bidestxistina heviyên xwe yên mafê biryara çarenivîsa xwe.’’

Binkeya Laleşê dibêje: ‘’Dîroka xebata Mam Celal di karwanê tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê de mil bi milê hêz û kesayetên din ên xebatkar dê bimîne û wek nimûneyeke geş bo hemû cîhana azadîxwaz. Ji ber vê bûyera nexwaş em serxweşiyê li birayên YNKê û gelê Kurdistanê dikin û hêvîdarin ji xwedêyê mezin, xwedê jê razî be û bi biheşta bêrîn wî şad bike.’’

 


   

 

 

3915

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com