|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmark: Em bi kirasguhestina Mam Celal Talabanî gelekî xemgîn bûn

Me bi dilekî xemgîn û dilkovan bihîst ku Sekretêrê Giştî ê Yekîtîya Nîştimanîya Kurdistanê (YNK) û Serokkomarê berê ê Îraqê, Mam Celal Talabanî, duh (03.10.2017) li paytexta Almanya li Berlînê koça dawî kirîye.

Mam Celal sîyasetmedar û dîplomatekî mezin û xwedî karîzmeke bê hempa bû. Cihê xwe di dilê her kêmnetewe û kêmolên li Kurdistanê û Îraqê de çêkiribû û dostekî bi rûmet ê Civaka Êzîdî bû.

Mam Celal Talabanî ji xortanîya xwe ve kete nava şoreşa Kurdistanê û bi dehan salan weke pêşmerge û serok li dijî zor û zilmê û ji bo demokrasîyê, wekhevîyê, azadî û rizgarîya Kurdistanê bê westan berxwedanên mezin dan.

Kirasguhestina Mam Celal di demeke wiha hasas de hundabûneke mezin e, him ji bo Kurdistanê û him jî ji bo Îraqê. Di dema Serokkomarîya Mam Celal de hevfahmkirin, aramî û îstiqrarî li Îraqê serdest bû. Piştî ku nexweş ket, rewş êdî ber bi alozîyê ve çû.

Em serxweşîyê li Malbata Mam Celal, li YNK’ê û li tevaye Kurdistanê û hezkirîyên wî dikin.

Rahma Xwedê li Mam Celal bê û cihê wî biheşt bê.

 

Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmark
04.10.2017


   

 

 

3916

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com