|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Berhem Salih: Mam Celal her dem aliyên nakok li hev kom dikir

 

Ji aliyê RÛDAW 06.10.2017
Silêmanî

Silêmanî (Rûdaw) – Serokê Hevpeymaniya bo Demokrasî û Dadmendiyê Berhem Salih ragihand, ku Mam Celal di 50 salên rabirdû de destkevtinên mezin ji bo gelê Kurd bi dest anî û niha pêwîst e hemû alî ji bo çareserkirina pirsgirêkan yekrêz bin.

 

Berhem Salih di merasîma cenazeyê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî de ji Rûdawê re diyar kir, ku koça dawî ya Mam Celal xemgîniyeke mezin e, çimku Mam Celal kesayetekî mezin ê Kurdistanê û herêmê bû, cihê destê wî (rola wî) di bûyerên 50 salên derbasbûyî yên Kurdistanê û Rojhilata Navîn de hebû û destkevtinên mezin ji bo gelê xwe bi dest xistin.

 

Salih amaje bi wê yekê jî kir, ku Mam Celal her tim aliyên nakok li hev kom dikir, herwiha di wefata xwe de jî ew kes anîn ba hev ku nêrîn û ramanên wan ji hev cuda ne.

 

Herwiha got: “Mam Celal pira peywendî û berjewendiya hevbeş li gel welatên cîran û herêmê çêdikir da ku Kurd di vê herêmê de bi tenê nemînin.

 

http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/0610201712


   

 

 

3918

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com